‘Hêviya min ewe ku em li Rojava azad bijîn’

‘Hêviya min ewe ku em li Rojava azad bijîn’

Malbata Ahmad yek ji malbatên kurd yên ji ber şerê Suriyeyê parçe bûye ye. Jamîl Ahmad yê 35 salî ku piştî Şam hat bombebarankirin 3 zarokên xwe û hevsera xwe girt û hat Stenbolê. Li Fatîhê xaniyekê biçûk bi 400 TL kirê kir û têde dijî. Ligel ku li her derê li kar digere jî kar nabîne. Bi alîkariya welatiyan jiyana xwe didomînin. Ahmad got hêviya wî eve ku rojekê ev şer bi dawî be û li Rojava azad bijî.

Jamîl Ahmad ji Qamişlo koçî Şamê kiribû. Jiyana wî baş bû.  Ji bo zarokên xwe pêşerojek baş difikirî. Lê şer hat ber derê wî.  Malbata Ahmad di şerê ku di adara 2011’an de destpêkir parçe bû. Ahmad wiha got: “Destpêkê şer j ime dur bû. Lê pevçûn di navbera Sunî û Elewiyan de zêde bû. Her roj artêşa Esad diket taxên Sunniyan. Bombebaran dikir. Felaket her ku çû mezin bû. Em di hêzên Esad û muxalîfan de man. Xwişka min Lînda li Şamê kolanê di bombebaranê de mir. 4 hêtim li pey xwe hişt. Ev bo me êşek mezin bûn. Di meha Remezanê de pevçûn dijwartir bû. Şevekê taxa me saet heta 23.00’an hat bombebarankirin.  Me fêm kir ku dê malên me jî bê hedef girtin.me jî zarokên xwe girtin û em ji wir veqetiyan.

EM JI ŞER REVIYAN LÊ VÊ CARÊ XIZANÎ DERKET

Ahmad wiha pê de çû: “Li Şamê j imin re gotin Stenbol gelek baş e, dê pirsgirêk tunebe. Ez bi vê hêviyê hatim. Em destpêkê çûn Qamişlo. Lê rewşa wan jî ji ya me ne cudatir bû. Xizan bûn. Nekarîbûn li xwe binêrin.  Dîsa jî em 4 mehan li wir man. Pişt re em çûn Nisêbînê.  Piştre em çûn Stenbolê.  15 rojan em di otelê de man.  Gotin biçin Fatîhê, kurd li wir zêde ne.  Malbatek Suriyeyê li Fatîhê hebû.  Kesekî ji Rihayê hebû. Ev xanî bi kirê da min. Mehê 400 Tl Didim. Derfetên min tune. Şaredariya Fatîhê hezar Tl alîkarî da min.  Hinek jî xurek da min. Em rojên dijwar derbas dikin. Em bi alÎkariya welatiyan derbas dikin. Min zaniba ez nedihatim Stenbolê.

Jamîl Ahmad bi zarok û hevsera xwe re di xaniyekê biçûk yên ku serşoya wî tuneye de dijî. Jamîl diyar kir ku ji ber ku gurçika wî ya yek tune nekare karê giran jî bike û got ji ber neçariyê diçe rojê 30 TL yî barê giran dikişîne. Ahmad got tenê hêviya wî eve ku rojekê li Rojava azad bijî.