Hevdîtinên atomî bi Îranê re dîsa xitimîn

Hevdîtinên atomî bi Îranê re dîsa xitimîn

Heyeta ajansa navdewletî ya atomî li Tehranê bi nûnerên Îranê re hevdîtin çêkir. Tevî ku endamên ajansê vê carê ji bo dîtina navenda Parçîn geşbîn bûn, diyar e di vê serlêdanê de jî rayedarên Îranê destûrê nedan wan.

Biryar e tûra duyem ya hevdîtinan paş mehektir dîsa li Tehranê dewam bike. Di dema sefera xwe ya ber bi Tehranê ve ji heyeta ajansa navnetewî ya atomê Herman Nakartîs li balafirgeha Wîyenna ragihand ku ew ji bo di derbarê mijara çekên nukleerî yên Îran êde ku li ser wan nakokî heye danûstendinan bikin diçin Îranê.

Yek ji hedefên heyetê jî ew bû karibin biçin serdana Navenda Parçîn ku li ser fikar û alozî hene û tê texmînkirin Îran lê xebatên nukleerî dike. Lê li gorî agahiyên ku piştî hevdîtinê belav bûn, rayedarên rejîma Îranê destûra çûna navenda Parçîn nedane.

Nûnerê Îranê yê li ajansa navnetewî ya atomî Elî Esgher Sultanî ragihand ku hevdîtina tê ya bi heyetê re wê piştî mehekê li Tehranê pêk were.

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka jî ragihand ku eger Îran heta meha adarê bi ajansa atomî ya navnetewî re hevkariyek cidî neke, ewê carek din bixwazin ku dosyaya Îranê radestî meclisa ewleyiyê ya Yekîtiya Neteweyan were kirin.

Hevdîtina dawî ya navbera Îranê û ajansa navnetewî ya atomî meha Tebaxê pêkhatibû û bê encam bi dawî bûbû.