Hevberdevkên HDK'ê çûn serdana çalakiya Nobedê
Hevberdevkên HDK'ê serdana HDP'yiyên di çalakiya Nobedê dene kirin. Hevberdevkan gotin:'Çalakiyeke ku bang li wijdanan dike' û banga 'deng bidin, dengê berxwedanê' kirin.
Hevberdevkên HDK'ê serdana HDP'yiyên di çalakiya Nobedê dene kirin. Hevberdevkan gotin:'Çalakiyeke ku bang li wijdanan dike' û banga 'deng bidin, dengê berxwedanê' kirin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)'ê Gullistan Kiliç Koçyigit û Onur Hamzaoglû ku ji aliyê wekîlên di nobedê de ve hatin pêşwazîkirin, têkildarî nobedê daxuyaniyek dan.
Koçyigit diyarkir ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê, Nobeda Wijdan û Edaletê cihekî giring girtiye û wiha got: "Îxtidara AKP'ê Tirkiyeyê dixe nava krîzekî kûr. Gelên Tirkiyeyê ber bi faşîzmekî tarî ve kaş dike. Ev çalakî, çalakiyeke ku bang li wijdanan dike. Di nava vê berxwedanê de cih girtin tê wateya li dijî faşîzmê, zextan sekinandine." Koçyigit banga bihêzkirina berxwedanê û deng bidin dengê berxwedanê kir.
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglû jî wiha got: "Tirsa ku bi qetlîamê dikin me dît ku li pêşberî berxwedanê nekarî raweste. Çalakiyên nobed û berxwedanê ku gelên Tirkiyeyê digre nava xwe pêwîste berfirehtir bibe."
Li aliyê din hunermend Rojda jî serdana nobetê kir û bi stranên xwe coş da nobedtê.