'Heta ku agahiyê ji Rêber Apo bigirin em ê çalakiyên xwe mezin bikin'
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran çalakî li dar xist û ragihand ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanb igirin wê çalakiyên xwe mezin bikin.
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran çalakî li dar xist û ragihand ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanb igirin wê çalakiyên xwe mezin bikin.
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xist.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Rêberê me ji bo me xeta sor e. Heta ku agahiyê ji Rêber Apo werbigirin em ê çalakiyên xwe mezin bikin. Tenduristiya Rêberê me tenduristiya me ye, jiyana wî jiyana me ye. Ji bo vê çi pêwîst be em ê wê bikin."
Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya li zindanan hate silavkirin ku 113 roj in li dijî tecrîdê dewam dike û bang li gelê welatparêz bi taybetî jî ciwanan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.
FEBRÎQE Û WESAYITÊN FAŞÎSTAN HATIN ŞEWITANDIN
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojî yên rojên dawî wiha ne:
"15'ê Adarê li Tekîrdag Çerkezkoyê 3 wesayitên luks ên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
15'ê Adarê li Bûrsa Înegolê 2 wesayitên faşîstên AKP-MHP'ê hatin şewitandin.
16'ê Adarê li Stenbol Bakirkoyê 4 wesayitên luks ên faşîstên barbar û tecawizkar ên dewleta Tirk bi coşa Newrozê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
16'ê Adarê li Stenbol Şîleyê febrîqeyeke pêlavan a karsazekî AKP'î bi çalakiya sabotajê hate şewitandin, bi milyonan lîreyê Tirk zerar lê bû.
17'ê Adarê li Kocaelî Dîlovasi febrîqeyeke hilberîna plastîk a faşîstên dewleta Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
17'ê Adarê li Kocaelî Kartepeyê 4 malên karsazekî tûrîzmê yê AKP'î ku hate tespîtkirin fûhûş lê tê kirin, ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
17'ê Adarê li Sakarya Akyaziyê stasyoneke sotemeniyê ya nijadperestên MHP'ê hate şewitandin.
18'ê Adarê li Stenbol Bostanciyê 5 wesayitên luks ên faşîstên AKP'ê hatin şewitandin."