Hesabên medya civakî yên Guven, Ozdemîr û ANF'ê hatin qedexekirin
4'emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê, gelek wekîl, ajansên nûçeyan û rojnamevan di nav de hesabên gelek sazî û kesan ên medya civakî qedexe kir.
4'emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê, gelek wekîl, ajansên nûçeyan û rojnamevan di nav de hesabên gelek sazî û kesan ên medya civakî qedexe kir.
Hewldanên dadgehên Tirk ên ji bo bêdengkirina mûxalefetê, mafê destnedanê jî nas nakin.
Li ser îxbara Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, hesabên medya civakî yên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 151 roj in di greva birçîbûnê de ye û Parlamentera Eyaleta Hamburgê û Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentê Cansû Ozdemîr jî di nav de, gelek hesabên medya civakî hatin qedexekirin.
Biryar ji aliyê 4'emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê ve hate girtin. Tevî hesabên twitterê yên Guven û Ozdemîr, hesabên medya civakî yên Rêxistina DBP'ê ya Stenbolê, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Ajansa Mezopotamyayê û rojnameya dîjîtal a rojane ya li Tirkiyeyê tê weşandin e-rojname hatin qedexekirin.
Dadgehên Tirk beriya niha hesabên medya civakî yên qenala televîzyonê Medya Haberê qedexe kiribû û Twitterê jî li gorî biryara dadgehên Tirk, hesabê medya civakî yê Medya Haberê li bikarhênerên li Tirkiyeyê girtibû.
Twitterê li ser gefên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirinê, bi Tirkiyeyê re li hev kiribû û eşkere kiribû ku wê li gorî biryara dadgehan tevbigere. Piştî vê lihevkirinê hesabên ku biryara qedexekirinê hate dayin hemû li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Bikarhênerên li Tirkiyeyê ji bo vê astengiyê rakin, bi giranî cihê ku lê dimînin weke welatekî din nîşan didin û bi vî rengî xwe digihînin malperên qedexekirî.