Hêzên demokrasiyê li ser van astengiyên kêfî çalakiya rûniştinê pêk anîn, parlemeterê HDP’ê Mahmût Tûrgût ê çû serdana girseyê, destnîşan kir ku heta edalet, wekhevî û azadî pêk were wê têkoşînê bidoînin.
Piştgiriya bi çalakiya ‘Nobeda Wijdan û Edaletê’ ya ji aliyê parlemeterên HDP’ê ve li Parka Yogûrtçû hatiye destpêkirin, tevî hemû mudaxeleyên polîsan jî her ku diçe mezin dibe. Hêzên demokrasiyê yên ku li Qada Kadikoyê kom bûn, ji bo piştgiriyê bidin parlemeterên HDP’ê ber bi parkê ve dest bi meşê kirin. Ji beriya meşê Hevserokê HDP’ê yê naçeya Kadikoyê Ercan Demîr ji girseyê re axivî, diyar kir ku nobeda parlementer û rêveberên HDP’ê di bin dorpêça polîsan de dewam dike. Demîr wiha got: “Partiyek desthilat ewqasî ji partî û ji siyaseta wê ditirse ku nobeda ku wekîlan daye destpêkirin bi temamî bi bendan dorpêç kiriye.” Demîr bibîr xist ku weke HDP’ê ne tenê edaletê ji bo hevserokên giştî yên HDP’ê, parlemeter û hevşaredaran, di heman demê de ji bo akademîsyen Nûriye û Semîh, ji bo hemû kedkarên ji karên wan hatine dûrxistin edaletê dixwazin. Demîr binî xet kir ku heta edalet ji bo her kesê bê wê têkoşînê bidomînin.
Girseya ku ber bi Qada Kadikoyê ve dest bi meşê kirin, bi yek dengî dirûşmên mîna “Bijî berxwedana HDP’ê”, “HDP gel e, gel li vir e”, “Dest nede vîna min, ji wekîlên min dûr keve”, “Zext nikarin me bişkînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Nûriye û Semîh rûmeta me ne” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedanan zindanan” qîr kirin. Meşa ku jin di refên herî pêş de cih girtibûn, welatiyên derdor bi çepikan piştgirî dan. Meşa bi tilîlî û çepikan di kolanên Kadikoyê de deng veda di ketina Parka Yogûrtçûyê de ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Tîmên polîsan ên ku rê nedan parlementerên HDP’ê bên ziyaretkirin, ji qelebalixê re gefên em ê mudaxele bikin kirin. Parlemeterê HDP’ê Mahmût Togrûl ê ku hate cem hêzên demokrasiyê yên ku li beramber helwestên kêfî bi çalakiya rûniştinê protesto kirin, silavên wekîlên di nobedê de li girseyê kir.
TOGRÛL: HETA KU EDALET PÊK WERE EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN!
Togrûl destnîşan kir ku Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku li Amedê destpê kirbû li Stenbolê di nava dorpêçê de dewam dike got: “ Ji 2 salên dawî û vir ve mixabin parlemeter, hevserokên me û hevşaredarên me tên dîlgirtin. Em li dijî vê bêmafî û bêedaletiyê li Parak Yogûrtçû ya Kadikoyê têkoşînê bilind dikin. Îro hûn hatin vir hûn dibînin bi dorpêçek ku ji sê bendan pêk tê re rû bi rû ne. Lê ev zext wê me neşikîne. Çiqas çapemeniya derewîn a AKP’ê binivîsîne jî carekî din li vir xuya ku girseya HDP’ê, xwedî li HDP’ê derdikeve.” Togrûl li vir spasiya gelê hatine serdanê kir û diyar kir ku heta edalet, wekhev û azadî pêk were wê têkoşînê bikin.
DORPÊÇA ‘ÇIMA HÛN RÛYÊ ME DIKIŞÎNIN’
Piştî daxuyaniyê û şûnde, di nava girseya gel de polîsan dor li jinekê pêça. Polîsan li himberî rewşa matmayî ya jinê bi gotin: “Çima rûyê me dikişînî” gef kir. Bi hatina rêveberên HDP’ê yên navçeya Kadikoyê jina ku mabû nav dorpêça polîsan de hate derxistin. Girse wê sibe heman saetê dîsa kom bibin.