Her kesê ku daxwaza edaletê dike divê di nobedê de cih bigire

Nûnerên partiyên siyasî piştgirî dan Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku HDP’yiyan li Parka Yogûrtçû ya Kadikoya Stenbolê daye destpêkirin. Nûneran bang kir ku her kesê daxwaza edaletê dikin divê di nobedê de cih bigirin.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Ekîn Ceran a Amedê dayî destpêkirin, li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê dewam dike. Gelek partiyên siyasî, hunermend û akademîsyen piştgirî dan nobedê.

ÛZÛN: NESEKÎNÎN, BIDÎN SEKINANDIN

Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Ûzûn, diyar kir ku desthilatdar dixwaze sîstema parlemeteriyê rake û rejîmekî BHQ’ê ava bike, destnîşan kir ku tişta dikeve ser milê muxalefetê hesabê ji vê rejîmê bixwaze û hilweşîne. Ûzûn diyar kir ku di vê mijarê de HDP’ê biryarek rast daye û got: “Bi şêweyê Geziyê, 7’ê Hezîranê, referandûma NA û Meşa Edaletê bidin avakirin bêjîn’Nesekinîn, bîdîn sekinandin’. Ev peyam pir baş li vir tê fêmkirin. Ji ber wê pir rast e û di cih de ye. Bi teqez em ê bi ser bikevin. Divê em li vir baş bizanin çawa em ê li pişt hev rawestin. Di vê çalakiyê de hêvî xuya dike.”

DEMÎRDOGEN: LI KOLANAN SIYASET KIRIN GIRÎNG E

Serokê ODP’ê yê Stenbolê Denîz Demîrdogen jî diyar kir ku her ku diçe Tirkiye ber bi demekî tarî ve dixişike, em di demekî ku rê nayê dayîn dengekî cuda xwe bide îfadekirin re derbas dibin. Demîrdogen destnîşan kir ku tevî van zextan jî bi milyonan kes hene ji bo ku xwe îfade bikin têkoşînê didin meşanin.

Demîrdogen bibîr xist ku xwedî li jîngehên xwe derketin, xwedî li kolanan derketin, li kolanan siyaset kirin pir girîng e û got: “Em di demekî ku dixwazin rejîma yek kesî bidin avakirin re derbas dibin. Rê nayê dayîn ti cudahî û dengên cuda. Ji ber vê yekê li kolanan siyaset kirin, ji bo ku civak bi rêya van qenalan têkelî siyasetê nebe û xwedî li qadên wan ên jiyan derbikevin rewekî wiha derketiye holê. Îro HDP’ê civîna koma xwe lidar xist û ev derxist holê. “

BAŞ: BÛYÎNA LI VIR WEKE ERKEKE XWE DÎBÎNÎN

Serokê Giştî yê TKP’ê û endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Hezîranê Erkan Baş jî bal kişand ser êrîşên li hember HDP’ê û got: “Lidarxistina civîna koma HDP’ê ya li Stenbolê, Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Amedê û şûnde domandina wê ya li Stenbolê di aliyê pêvajoya ku Tirkiye di nav de derbas dibe weke rewşekî kirîtîk dinirxînim. Bûyîna min a li vir û di nava piştgiriyê de bûyîn weke erkeke xwe dibînim.”

GUNEY: DAXWAZA EDALETÊ DAXWAZA HERÎ GIRÎNG E

Alîkarê Serokê Giştî yê Halevlerî Nûrî Guney, anî ziman ku Nobeda Wijdan û Edaletê ev demek dirêje ku gelên Tirkiyeyê daxwaza wekehevî, daxwaza demokrasî û aştiyê dikin û got: “Ji beriya niha bi milyonan mirov bi heman daxwazê meş lidar xistine. Di vê mijarê de daxwaza HDP’ê girîng e. Ji bo gelan edalet daxwazekî girîng e, ji ber ku edalet tine bûye.” Guney destnîşan kir ku wê piştgiriyê bidin edaletê.

GOLLU: EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollu jî diyar kir ku Nobeda Wijdan û Edaletê di nava pêvajoyaTirkiyeyê têre derbas dibe de, gavekî girîng e. Gollu ê ku diyar kir ku nobed ji bo gelên Tirkiyeyê hêvî ye, anî ziman ku wê vê berxwedanê mezin bikin.

ÇELEBÎ: DIVÊ LI HEMÛ TAXAN NOBED BÊ BIHÊZKIRIN

Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelekî jî anî ziman ku nobed di aliyê Tirkiyeyê de xwedî girîngiyekî cuda ye. Çelebî destnîşan kir ku eger li pêşiya gelên ku dixwazin bên parkê bigirin jî divê li hemû taxên lê dijîn nobedê bi hêz bikin.