Her çar partî dê çawa li ser makeqanûna nû li hev bikin?

Her çar partî dê çawa li ser makeqanûna nû li hev bikin?

Alîkara Hevserokên BDP’ê û Endama Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku beriya makeqanûna nû dest pê bike, şert û mercên ji bo paqijiya rê û zêdekirina pêbaweriyê pêngav nehatine avêtin û got ku ji bilî vê makeqanûneke nû tu vebijarkek din a Tirkiyeyê tune ye. Beştaş got: “Pirsgirêka ku destpêkê ev makeqanûn çareser bike, pirsgirêka Kurd e. Ger vê yekê çareser neke, ev yeknabe makeqanûneke nû.”

Alîkara Hevserokên BDP’ê Metal Daniş Beştaş ku di Komîsyona Lihevkirinê ya Makeqanûnê de ci digire, bersiv da pirsên ji ANF’ê Maxime Azadî. Beşta diyar kir ku her çendî ji amadekirina makeqanûna tu paqijiya rê nehatiye kirin, ew ê dest ji xebatên makeqanûnê bernedin û di çêkirina wê de cihê xwe bidomînin. Beştaş da zanîn ku ew li ser maseyê ranabin, lê ew ê feraseta yekperestî ya ku tê ferzkirin qebûl nekin û got: “Yên ku vê yekê ferz dikin bila ji ser maseyê rabin”

Beştaş bal kişand ser xebatên dawî yên makeqanûnê û bi bîr xist ku makeqanûna Tirkiyeyê ya ku piştî derbeyên leşkerî hatiye amadekirin, kar dike û mînakên makeqanûnên berê yên Tirkiyeyê da. Beştaş got: “Mixabin Tirkiye makeqanûneke heta niha negihiştiye makeqanûnek ku heq kiriye, u bikare hemû netewe, standardên demokratîk, exlaqî, olî, bawerî û çandan bigire nava xwe.”

Beştaş da zanîn ku xebatên komîsyona makeqanûna nû ya ku ji yer her yek ji çar partiyan (AKP, CHP, MHP, BDP) pêk tê berdewam dike û got: “Meha gulanê pêvajoya nivîsandinê dest pêkir.”

Beştaş diyar kir ku beriya makeqanûna nû dest pê bike, şert û mercên ji bo paqijiya rê û zêdekirina pêbaweriyê pêngav nehatine avêtin û got: “Ji bo makeqanûnê gotûbêjkirinên azad divê: dê tiştek nû bê çêkirin û dest ji ya berê bê berdan, pêngaveke demokratîk dê bê avêtin. Divê ev were qebûlkirin. Niha li aliyekê hawira demokrasiyê, li aliyekê girtinên ji ber ramanê, li aliyê din jî pêvajoya nivîsandina makeqanûnê heye.”

EM JI SER MASEYÊ RANABIN

Beşta diyar kir ku her çendî ji amadekirina makeqanûna tu paqijiya rê nehatiye kirin, ew ê weke BDP’ê dest ji xebatên makeqanûnê bernedin û di çêkirina wê de cihê xwe bidomînin. Beştaş da zanîn ku ew li ser maseyê ranabin, lê ew ê feraseta yekperestî ya ku tê ferzkirin qebûl nekin û got: “Yên ku vê yekê ferz dikin bila ji ser maseyê rabin”. Her wiha Beştaş ragihand ku ger li ser wî maseyî BDP tune be, jixwe ew mase nikare makeqanûneke nû çêbike û got: “Ev yek ji bo partiyên din jî wiha ye.”

ÇAR PARTÎ DÊ ÇAWA LI HEV BIKIN?

Prz. Meral Daniş Beştaş bal kişand ser lihevkirina li ser makeqanûna nû ya di navbera her çar partiyan de û got: “MHP nikare bi tenê nijadperestiya xwe ferz bike. Tu partiyek nikare di komîsyonê de pêşniyara xwe binivîse. Ji bo bikare pêşniyarên xwe binivîse, divê ji bo vê yekê gotûbêjan bi hemû partiyan re bike û li hev bikin. Jixwe pirsgirêk ev e. Em jî dizanin her yek ji me li cihekê, xwedî îdeolojîkên cûda ne. Em di nav dene. Lê ev guman gumanek ne rast e.Ger bêjin MHP dê vê binivîse, CHP dê vê binivîse, ev yek ne rast e. Lê ev yek rast e: Ev her çar partî dê çawa bigihin hev? Ev lihevkirin dê çawa çêbibe? Tişta ku divê bê gotbûêjkirin ev e. Ger bi rastî jî dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, ger dixwazin pirsgirêkên mafên sereke û azadiyan çareser bikin, ger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike, divê di makeqanûnê de daxwazên me bên nivîsandin. Em dibêjin ku divê daxwazên me yên jiyan û perwerdeya bi zimanê zikmakî di makeqanûnê de cih bigire. “

Beştaş got ku ew ji bo rêveberiyê jî herêmên xweser pêşniyar dikin û got: “Gotûbêjên li ser vê mijarê berdewam dikin. Em ji bo hemû Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî pêşniyar dikin. Ne ne tenê ji bo herêma Kurdan. Ji bo Deryaya Reş, Marmara, Ege û Deryaya Spî jî. Xebatên me yên nivîsandinê berdewam dikin.”

Beşta destnîşankirku divê divê têgîna “Tirktiyê”di makeqannê de cih negire û got: “Divê tu yekperstî di makeqanûna nû de cih negire. Ji ber ku li Tirkiyeyê ne tenê Tirk dijîn. Gelek nasneyên din li Tirkiyeyê hene. Divê makeqanûn ji vana hemûyan re bibe bersiv. Herwiha, divê makeqanûna nû ji bo njinan, wekheviya zayendî ya civakî pêngavên girîng biavêje.”

Meral Daniş Beştaş got ku ji bilî vê makeqanûneke nû tu vebijarkek din a Tirkiyeyê tune ye