Heqdesta herî kêm li Tirkiyeyê bû 5 hezar û 500 lîre

Serokkomarê AKP’yî Erdogan, zema li heqdesta herî kêm hat kirin ragihand. Li gorî wê heqdestê herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de ma û wek 5 hezar 500 lîre hat diyarkirin.

Serokkomarê Tirk ê AKP’yî Tayyîp Erdogan, li ofîsa xwe ya xebatê ya li Dolmabahçeyê, bi TURK-ÎŞ û li ser navê karsazan bi Konfederasyona Sendîkayên Karsazan a Tirkiyeyê (TÎSK) û rayedarên hikûmetê re daxuyanî da.

Erdogan got: “Ji Tîrmehê û şûn de, em heqdesta herî kêm ji sedî 30 zêde dikin. Wê êdî heqdesta herî kêm 5 hezar û 500 lîre be.”

SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ 6 HEZAR Û 391 LÎRE, YÊ XIZANIYÊ 20 HEZAR Û 818 LÎRE YE

Li gor encamên lêkolîna sînorê birçîbûn û xizaniyê ya meha Hezîranê ya TURK-ÎŞ’ê, di Meha Hezîranê de sînorê xizaniyê yê malbateke 4 kesî bûye 20 hezar û 818 lîre, sînorê birçîbûnê jî 6 hezar û 391 lîre. Di meha Hezîranê de lêçûna ji bo jiyanê ya kesekê/a nezewicandî jî bûye 8 hezar û 313 lîre.

ZEMA LI HEQDESTA HERÎ KÊM WÊ JI 1’Ê TÎRMEHÊ Û PÊ DE DERBASDAR BE

Heqdesta herî kêm ê hat ragihandin wê ji 1’ê Tîrmehê û pê de derbasdar be.

Sala 2021’î heqdesta herî kêm, 3 hezar û 577 lîre û safî 2 hezar û 825 lîre hat sepandin, bi zêdekirina ji sedî 50 yê heqdesta herî kêm a sala 2022’yan wek tam 5 hezar û 4 lîre û safî 4 hezar û 253 lîre hatibû diyarkirin.