Hemû dengên hilbijartina Iraqê wê ji nû ve werin hejmartin
Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji nû ve hemû dengên hilbijartina parlamentoya Iraqê werin hejmartin.
Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji nû ve hemû dengên hilbijartina parlamentoya Iraqê werin hejmartin.
Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de, biryar da ku hemû dengên hilbijartina 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê ji nû ve werin hejmartin.
Di rûniştina parlamentoyê ya bi mijara hilbijartinê 172 parlamenter beşdar bûn û biryar hate dayîn qanûna hilbijartinê jî were guhertin.
Parlamentoyê ji bo xebatên Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser 9 dozger erkdar kir û berpirsên komîsyonê jî hemû ji wezîfeyê girt.