Heleb di nava agirê DAIŞ, Artêşa Azad û hêzên rejîmê de ye
Heleb di nava agirê DAIŞ, Artêşa Azad û hêzên rejîmê de ye
Heleb di nava agirê DAIŞ, Artêşa Azad û hêzên rejîmê de ye
Di encama pevçûnên di navbera yekîneyên Artêşa Azad û komên DAIŞ'ê de, bendê Kontrolê yê Kastîlo ku li bakurê Helebê ye kete bin kontrola Artêşa azad de. Li aliyekî din bajarokê Sifîrê yê rohilatê Helebê kete bin kontrola hêzên rejîmê de. Di vê navberê de komên çete hewl didin taxên Kurdan ên li bajarê Helebê dorpêç bikin.
Pevçûnên dinavbera Artêşa Azad, DAIŞ û rejîma Baas li bajarê Helebê didomin. Her sê hêz di navbera hevdu de di nava şer dene. Di encama pevçûnên di navbera yekîneyên Artêşa Azad û komên DAIŞ'ê de, bendê Kontrolê yê Kastîlo ku li bakurê Helebê ye kete bin kontrola Artêşa azad de. Li aliyekî din bajarokê Sifîrê yê rohilatê Helebê kete bin kontrola hêzên rejîmê de. Di vê navberê de taxên Kurdan ên bajarê Helebê ji aliyê komên DAIŞ'ê yên Artêşa Azad ve hatine dorpêçkirin.
DAIŞ'Ê ARTÊŞA AZAD JI 'HERÊMÊN RIZGARKIRÎ' DERXIST
Komên DAIŞ'ê di rojên derbasbûyî de li dijî komên girêdayî artêşa Azad êrîşên dijwar pêk anîn û di encamê de gelek herêmên Helebê xistin bi kontrola xwe. Hate hînbûn ku gelek komên artêşa azad ji bajêr reviyane yan tevlî nava Komên DAIŞ'ê bûne.
Li gorî agahiyên ku ji fermandarekî Artêşa Azad hatine wergirtin, ku Emîrê DAIŞ'ê bi xwe van êrîşan birêve dibe. Çavkaniyan diyar kir ku Emîrê DAIŞ'ê jibo ku êrîşî taxa Benî Zêd bike alîkarî ji Reqayê xwestiye.
Nûçegihanê ANHA'ê ku li taxên bajêr geriya diyar kir ku liherêma Rojavayê Helebê Artêşa Azad nemaye û herêm bi tevahî dibin kontrola komên DAIŞ'ê deye. Komên DAIŞ'ê êrîşî depoyên Artêşa Azad kirine û tiştên di depoyan de li welatiyan belav kirine. Komên DAIŞ'ê civîna ji gel re lidar dixin û ji wan dixwazin ku piştgirya projeya avakirina dewleta Îslamî bikin.
KOMÊN DAIŞ'Ê DIXWAZE DOR LI TAXÊN KURDAN BIGIRIN
Piştî ku komên DAIŞ'ê berî du rojan herêma Dewar El Cendûl xistin bin kontrola xwe, hemû rêyên çûyîn û hatina taxên Kurdan hatine qut kirine. Lê şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd di nava fikaran de ne ku eger komên DAIŞ'ê taxên Benîzêd û Seken Şebabî têxe bin kontrola xwe dê taxên Kurdan bêne dorpêç kirin. Di vê navberê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nava amadekariyan de ne.
REJÎMA BAJAROKÊ SIFÎRÊ XIST BIN KONTROLA XWE
Li aliyekî din hêzên rejîmê bajarokê Sifîrê yê Rojhilatî Helebê xiste bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê jibo ku herêma bejahî ya Rojhilatê Helebê têxe bin kontrola xwe dest bi operasiyoneke berfireh kiriye. Di encamê de gelek komên çekdar ji herêmê reviyan û berê xwe dane bajarê Helebê.
Li herêma di navbera Dewar El Cendûl û Kastîlo de, di navbera yekîneyên Artêşa Azad û komên DAIŞ'ê de şerên dijwar rû dane. Tûgaya dehan a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Helebê bi alîkariya bi dehan tabûrên artêşa azad êrîşî komên DAIŞ'ê yê li herêma Takstîloyê kirin û di encamê Komên DAIŞ'ê ji herêmê derxistin.