Hejmara nexweşan dibe 3 milyon, Tirkiye rastiyê vedişêre
Di şewba Covîd-19’ê de hejmara nexweşan nêzî 3 milyonan dibe û 200 hezar kes jî mirin. Li Tirkiyeyê kampanyaya HDP’ê geş dibe, dewlet maskeyê nade mirovan û girtiyan terkî mirinê dike.
Di şewba Covîd-19’ê de hejmara nexweşan nêzî 3 milyonan dibe û 200 hezar kes jî mirin. Li Tirkiyeyê kampanyaya HDP’ê geş dibe, dewlet maskeyê nade mirovan û girtiyan terkî mirinê dike.
Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon û 850 hezar kes bi koronavîrusê ketin û 198 hezar kes jî ji ber koronavîrusê mirin.
Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) diyar kir ku tu delîl tuneye ku nexweşên bi koronayê ketine piştre dîsa bi koronayê nekevin.
Rayedarên desthilatdariya AKP û MHP’ê diyar kirin ku li Tirkiyeyê 101 hezar û 790 kes nexweş ketine û 2491 kes jî mirine. Lê hemû welat diyar dikin ku dewleta Tirk daneyên rast nade.
Di BBC’yê de hate diyarkirin ku rêjeya mirinê ya li Tirkiyeyê kêm tê dayin. Bijîşkekî ji Tirkiyeyê diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara mirî û nexweşan nîvenîv tê dayin.
MASKE TUNE!
Serokê Yekîtiya Eczavanên Tirkiyeyê Erdogan Çolak got ku bajarên li derveyî 30 bajarên mezin û Zongûldakê mane, hê maske ji wan re nehatiye şandin. Çolak got ku “Mixabin li her dera Tirkiyeyê maske tune.”
HEVGIRTINA MALBATAN
Kampanyaya HDP’ê ya ji bo Hevgirtina Malbatan didome. Di van kampanyayan de heta niha 21 hezar û 759 malbat hatine tespîtkirin, alîkariya xurek û paqijiyê gihiştiye ber destê 11 hezar malbatan û ji 4 hezar û 212 malbatan jî ‘malbatên hevgirtinê’ hatine peydakirin.
LI GIRTÎGEHAN TEVDÎR TUNE, ÊŞKENCE HEYE
AKP û MHP’ê alîgir, çete û tecawizkar ji girtîgehan derxistibû û jiyana girtiyên siyasî jî di xetereyê de ye.
Federasyona Komeleyên Hevgirtina Malbatên Girtiyan a Mezopotamyayê (MED TÛHAD-FED) diyar kir ku girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin, êşkence li girtiyan tê kirin û li girtîgehan tu tevdîr nehatiye stendin.
Girtiyê bi navê Ayhan Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de bi rêya telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku şertên wan gelekî xerab in, dev ji Kovîd-19’ê berde, dibe ku ew ji ber nexweşiyên kronîk jiyana xwe ji dest bidin.
BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ
Li DYE’yê 925 hezar bi vîrûsê ketine û 52 hezar û 200 kes mirine.
Li Îtalyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 193 hezar û hejmara miriyan gihişte 26 hezar kesan.
Li Îspanyayê 219 hezar nexweşên bi koronavîrûsê ketîn hatine dîtin û 22 hezar û 500 kes mirine.
Li Fransayê 160 hezar kes bi vîrûsê ketine û 22 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îngiltere yê ji 143 hezar kesan zêdetir bi koronavîrûsê ketine û hejmara miriyan jî 19 hezar û 500 derbas kir.
Li Elmanyayê 155 hezar kesên bi vîrûsê ketîn hatine dîtin û 5767 kes mirîne.
Li Belçîkayê 45 hezar nexweşên koronavîrûsê hene û ji 6900 kesan zêdetir mirine.
Li Swîsre yê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn gehişte 29 hezaran û hejmara miriyan jî nêzî 1600 kesane.
Li Holandayê 37 hezar û 190 kes bi vîrûsê ketine û 4409 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îranê 89 hezar û 328 kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 650 kesan jiyana xwe ji dest dane.