Hejmara 6'an a Bultena Tecrîdê hate weşandin

Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand.

BULTENA TECRÎDÊ

Bultena Tecrîdê ku hejmara xwe ya destpêkê di 1'ê Mijdara 2023'an de hate weşandin, qala salnameya tecrîdê dike. Di hejmara dawî de jî cih ji tecrîdê, serlêdanên bêbersiv, xemsariya CPT û cezayê girtîgehê yê li girtiyên di grevê de ne têne birîn, hate veqetandin.

Di hejmara 6'an a Bultena Tecrîdê de hate bibîrxistin ku heta 21'ê Adara 2024'an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal, mehek û 6 roj in tecrîd tê ferzkirin. Hate ragihandin ku Abdullah Ocalan 4 sal û 18 roj in ji hevdîtina malbata xwe bêpar tê hiştin û 4 sal, 7 meh û 14 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.

Di bultenê de hate gotin, 2 sal, 11 meh û 25 roj in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek weke 'birîna têkiliyê ya bi temamî' hate pênasekirin. Di bultenê de agahî hate dayin ku 22'ê Çileya 2024'an ji 35 baroyên cuda 1330 parêzeran ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina parêzeran serlêdan kirin.

Di bultenê de qala serdana Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên li dijî Tecrîdê ya li Tirkiyeyê hate kirin ku serdana çalakiyên Nobeda Edaletê û rêxistinên civakî yên sivîl kir. Her wiha beşdarî konferansa 'Li dijî siyaseta tecrîdê, têkoşîna aştî û azadiyê' bû.

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ

Di bultenê de hate bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê hene, lê belê cezayên dîsîplînê li girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne hatine birîn.

CPT WEZÎFEYA XWE NAKE

Her wiha hate bibîrxistin ku tevî 8 baroyan 14 saziyên maf û hiqûqê di 12'ê Çileya 2024'an de serî li CPT dan ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rapora xwe eşkere bike, lê belê CPT di vê mijarê de gavek neavêtiye û ev helwesta CPT hate rexnekirin.