Hedefa hilbijêrên li Ewropa zêdekirina dengê HDP’ê ye

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi coşeke mezin dest bi xebatên hilbijartinan kirin. Kurdistaniyan gotin ku armanca wan 2 qat zêdekirina dengê HDP’ê ye.

Civata Demokratîk a Kurd-Fransa (CDK-F) li Banliyoya Vîlleneûve civînek lidarxist. CDK-F li Herêma 94’an civîna gel li darxist û têkildarî hilbijartinê gel agahdar kir. Hevberdevkên CDK-F Sureyya Ballibîngol û Ayhan Apak beşdarî civinê bûn. Apak wiha axivî; “Di hilbijartinan de wê HDP rolê mifteyê bileyze. Desthilatdar civaka Tirkiye û pêvajoyê nikare rake, bingehê wê winda dike.”

Endamê Dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan jî wiha got; “Ji bo guhertina sîstema faşîst û dîktator û ji bo bicihanîna mîsyona me ya dîrokî, li dijî tecrîd, operasyonên siyasî û êrîşên bi ser Efrînê hilbijartin tê wateya seknekê.” Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (YSK) a herêma 94’an jî axaftin hate kirin û daxwaza beşdarbûna xebatên hilbijartinê hate kirin. Piştre nameya Demîrtaş ya têkildarî hilbijartinan û hilbijêran a ji girtîgehê şandî hat xwendin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navenda  Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîna gel hat lidarxsitin. Civîn ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre têkildarî hilbijartinan û xebatên hilbijartinan agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyên hatî kirin de wiha hat gotin; “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî demeke stratejîk e. Di van hilbijartinan de nêzikatiya HDP’ê wê ne weke di  hilbijartinên din de derbaskirina benda barajê be, dijberî wê çûyîna tûra 2’emîn û di vê çarçoveyê de xebat meşandine. Hedefa dengên li Avûstûryayê 2 qat zêdetir ji dengên di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ye.”

BENSHEÎM

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Bensheîm yê eyaleta Hessen a Elmanyayê dijîn, ji bo hilbijartinên di 24’ê Hezîranê de civînek li darxist. Civîn ji aliyê meclîsa gel a Bensheîm ve hat organîzekirin û serokê berê yê şaredariya Pîrsûsê Dr. Orhan Şansal axivî û qala girîngiya dengên hilbijrên derveyî welat kir. Şansal got ku ji bo hilweşandina bloka faşîst divê hemû kes seferber bibin û wiha got; “Divê pêvajoyê de pêwîste hemû kes xwe berpisyar bibîne û gel bibe hilbijartinê. Divê em li xizim û malbatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bigerin û tevlî pêvajoyê bikin. Bi vî awayî divê em li dijî komkujî û faşîzmê rawestin û demokrasiyê biparêzin.” Civîn bi hilbijartina komîsyona li Bensheîmê xebatan bimeşîne, bi dawî bû.

Serokê berê yê şaredariya Pirsûsê Dr. Orhan Şansal piştre serdana Navenda Çanda Elewî ya Benshîm Bergsstrasse kir. Şansal têkildarî hilbijartinê agahî da û got bi xebatên hevpar wê demokrasî pêk were.