HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn û got, "Em li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin ku tevlî karwanê nemiran bûn."
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn û got, "Em li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin ku tevlî karwanê nemiran bûn."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Hevrêyên me Şoreşger Mazlûm Malçok, Dijwar Ararat û Baz Çatak 18’ê Hezîrana 2023’an di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz ditewînin ku li her qada ku lê bûn nûnertiya Tevgera me ya Azadiyê kirin û tevlî karwana nemiran bûn.
Artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê li hemberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê asê ma, darbeyên mezin girt. Hevrêyên me di vê pêvajoyê de ku milîtanên fedayî yên Apoyî bi bicihanîna mîsyonên xwe yên dîrokî derbên dîrokî li dewleta Tirk dan, erkên xwe yên şoreşgerî li gorî pêwîstiyê pêk anîn û bûn xwediyên têkoşîneke mezin. Hevrêyên me yên ku di şert û mercên zehmet ên Zagrosê de gelek xebatên şoreşgerî bi serketî pêk anîn, wê her tim bi fedakarî û keda xwe bên bibîranîn.
Di serî de malbatên wan ên hêja ku bi mezinkirina zarokên leheng ên Kurdistanê li têkoşîna azadiya gelê me dan qezenckirin, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ala berxwedanê ya ku hevrêyên me dewrî me kirin, bi serkeftinê li ba bikin û bîranîna şehîdên xwe zindî bikin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;
Nasnav: Şoreşger Mazlûm Malçok
Nav û Paşnav: Vedat Işik
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Sultan- Îsmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2023’an /Zap
Nasnav: Dijwar Ararat
Nav û Paşnav: Ozkan Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik – Bav: Sevim- Bahattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2023’an /Zap
Nasnav: Baz Çatak
Nav û Paşnav: Abdulhalim Baran
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Medîne- Eyup
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2023’an /Zap
ŞOREŞGER MAZLÛM MALÇOK
Hevrêyê me Şoreşger Malçok li Şirnexê ji dayik bû ku li Kurdistanê bi welatparêziya xwe tê nasîn. Hevrêyê me ji ber welatparêzbûna malbat û derdora xwe firsend dît ku zû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike û bi çanda welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me yê li Botanê mezin bû, ku polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me zêde ye, di temenekî biçûk de rastiya dijmin dît. Şahidî ji salên 90’î re kir ku şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar rû dan. Hevrêyê me şahidî ji serhildanên gel û çalakiyên gerîlayan jî kir ku di heman salan de pêk hatin û pir ji berxwedana gerîla bandor bû. Dema ku diçû dibistanê nakokiyên wî zêde bûn.
Hevrêyê me yê ku bertekek wî ya mezin li hemberî dibistanên pergalê û êrîşên îmhayê hebû, dev ji dibistanê berda û gava xwe ya destpêkê avêt. Di karên cuda de xebitî û tevkarî li aboriya malbata xwe kir. Hevrêyê me yê ku di sala 2009’an de tevgera me ji nêz ve nas kir, di hin xebatan de cih girt. Biryar da ku tevlî pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe ku tevgera me di 1’ê Hezîrana 2010’an de ragihand. Lê ji ber sedemên ne di destê xwe de neçar ma ku vê biryara xwe ji bo salekê paşde bide.
Hevrêyê me yê ku di sala 2022’an de tevlî refên gerîla bû, gava xwe ya ewil ber bi azadiyê ve avêt. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû wergirt û di demeke kin de fêrî jiyana gerîla bû. Li ser waneyên perwerdeyê xwe kûr kir. Tevî ku perwerdeya wî ya ewil jî bû, di wateya leşkerî de pêşketin nîşan da. Rêbaza wî ya pirsker û daxwaza wî ya fêrbûnê hişt ku bi lez bi pêş bikeve. Piştî perwerdeya şervanên nû derbasî qada Zagrosê bû. Hevrêyê me yê ku tecrûbeyên xwe yên ewil di vê qadê de bi dest xist, perwerdeya xwe ya şexsî her tim domand. Xebatên xwe bi biryardarî û îdiayeke mezin bi awayekî serketî pêk anî. Hevrêyê me yê ku her tim xwe li gorî ruhê demê amadeyî ser zehmetiyê kir, ji bo ku bibe bersiva pêvajoyê bi disîplîn û hesasiyeteke mezin nêzî erkên xwe bû. Li her qada ku lê bû tevlî gelek çalakiyên serketî bû û di her mijarê de alîkarî da hevrêyên xwe. Di her xebata ku tê de cih girt, bi lêhûrbûnên xwe yên fêmkirina rastiya Rêber Apo û şehîdan xwedî li erkên xwe derket. Ji bo ku bi di şert û mercên herî zehmet de helwesta xwe ya şoreşgerî biparêze û bi heqîqeta têkoşînê re bibe yek ku bi ked û hewldanên mezin ên şehîdan çêbû, kedeke mezin da. Di sala 2022’an de perwerdehiya îdelojîk girt. Di qada pratîkî de kêmaniyên heyî di pêvajoya perwerdeyê de derxist holê û ders ji aliyên xwe yên kêm derxist. Di qada îdeolojîk de jî danahevekî xurt bi dest xist. Hevrêyê me Şoreşger ku îdiaya wî mezin bû, ji bo ku derbê li dijmin bide pêşniyar kir ku here qada Zagrosê. Di 17’ê Nîsana 2022’an de ji bo ku weke milîtanê fedayî yê Apoyî bersivê bide operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Mêtîna û Avaşînê, berê xwe da qadên ku şerê germ lê bû. Xwebaweriya ku bi perwerdeyan bi dest xist û tecrûbeya salan kir yek û wekî gerîlayekî serketî di dîroka me ya têkoşînê de cihek neyê jibîrkirin bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li Zagrosan kedeke mezin da, di şer û jiyanê de erkên xwe yên pêşengiyê li gorî pêwîstiyê bi cih anî.
Hevrêyê me Şoreşger ku bi moral, coş û dilsoziya xwe ya kûr bû gerîlayekî mînak, 18’ê Hezîrana 2023’an de di êrîşa dijmin a li ser qada Zapê de tevlî karwanên şehîdan bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.
DIJWAR ARARAT
Hevrêyê me Dijwar li nava malbateke Serhedî ku dilsozê nirxên xwe yên welatparêzî û azadiyê ye, li navçeya Avkevirê ya Agiriyê ji dayik bû. Bi çîrokên Ferzende Beg, Seyîtxanê Kerr, Keremê Kolaxasî û Biroyê Heslî Telî ku qehremanên serhildana Agiriyê bûn mezin bû. Hê di temenê xwe ya zarokatiyê de li hemberî komkujiyên Kurdistanê ên di dîrokê de bi hêrs dibe. Hevrêyê me ku kesayetiya pak û sade ya Serhedê di şexsê xwe de temsîl kir, bi dilsozê nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Di salên dibistana seretayî de ji ber ku nedikarî bi zimanê dayika xwe biaxive kete nava nakokiyan. Bi zanebûna polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê ya pergalê li ser gelê Kurd, kete nava lêgerîna parastina cewhera xwe. Li Amedê di nava xebatên ciwanan de cih girt ku ji bo xwendinê zanîngehê çûbû li wê derê. Di salên zanîngehê de bi zêdetir xwendina Tevgera me ya Azadiyê di xebatên civakî de cih girt û hewl da erkên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne. Bi daxwaz û biryardariyekî mezin xwe da xebatan. Hevrêyê me yê ku demekî kurt mamostatiyê kir, qebûl nekir ku li dibîstanan xizmet ji dagirkeran re bike ku cihên asîmîlasyonê yên dagirkeran e. Bi wê baweriyê de bû ku dive bibe bersiva êrîşên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê li dijî gelê me ferz dike û biryara tevlîbûnê da. Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê tevlî refên azadiyê bû. Bi taybet bi tevlîbûna di salvegera komployê de xwest bibe bersiva êrîşên pergalê.
Di sala 2014’an de gava xwe ya ewil avêt çiyayên azad. Hevrêyê me yê ku perwerdeya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, di demekî kin de fêrî jiyana gerîla û çiya bû. Ji jiyana kolektîf a gerîla û têkiliyên hevrêtiyê bandor bû. Tevî ku perwerdeya wî ya ewil jî bû tevlîbûna wî ya bi moral û daxwaza wî ya fêrbûnê bala hevrêyên wî kişand. Hevrêyê me ku ji pêşketinê re vekirî bû, ji bo ku bigihe armanca xwe girîngiyekî mezin da perwerdeya xwe. Di demekî ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Rojava û Şengalê zêde bûn, pêşniyar kir. Li gorî ruhê seferberiyê ya Tevgera me tevgeriya û derbasî qadêên ku şer lê giran e bû. Hevrêyê me yê ku bbi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî gelek pêngavan bû, bû xwediyê pratîkekî serkeftî. Pêşengiyê ji gelek çalakiyan re kir û di qada leşkerî de tekûz bû. Hevrêyê me yê ku dilsozê şehîdan bû, ji bo ku bibe layiqê mîrateya şehîdan xwest derbeyên mezin li dijmin bide. Bi biryardarî û êvînekî mezin bala xwe da armanca xwe û di çalakiyên serkeftî de cih girt. Di sala 2017’an de di pêngavekî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû. Piştî ku tedawiya xwe di demekî kin de temam kir, dîsa cihê xwe di mewziyên şer de girt. Hevrêyê me yê ku tu hincetan qebûl nekir û di serkeftinê de kilîd bû, bi helwesta xwe bû milîtanekî mînak û hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê ku di dema têkoşîna xwe de dîsa birîndar bû, tu car baweriya xwe ya serkeftinê winda nekir û her tim di refên pêş de cih girt. Wekî şervanekî wêrek di qada leşkerî û jiyanê de pêşengîî kir. Li ku derê êrîş li ser destkeftiyên gelê Kurd bû, li wê derê erkên xwe yên şoreşgerî li gorî pêwîstiyê bi cih anî. Di 17’ê Nîsana 2022’an de ji bo ku li kêleka hevrêyên xwe yên gerîla ku li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê destanê dinivsînin, cih bigre pêşniyar kir. Piştî pratîkekî dirêj di perwerdeya îdeolojîk de xwe bi her aliyê ve li ber çavan derbas kir. Di pêvajoya perwredeyê de dersên girîng derxist. Hevrêyê me yê ku di heman demê de di taktîkên gerîla yên serdema nû de jî pispor bû û bû gerîlayekî profesyonel, piştî ku perwerdeya xwe temam kir derbasî herêma Zapê bû ku li dijî êrîşên dijmin berxwedanekî destanî tê kirin. Her erka xwe bi gihîştbûn û baweriyekî mezin bi cih anî û bû xwediyê pratîkekî ku rê nade dagirkeran. Bi îradeya Apoyî êrîşên dijmin têk bir û erkê xwe ya pêşengiyê bi awayekî serkeftî bi cih anî.
Hevrêyê me Dijwar ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, bi helwesta xwe ya wêrek, daneheva xwe ya îdeolojîk û hevrêtiya xwe ya jidil û dirust her tim di têkoşîna me de were bibîranîn. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên xeyalên şehîdên xwe.
BAZ ÇATAK
Hevrêyê me Baz Çatak li navçeya Şax a Wanê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Hev rêyê me yê ku li Wanê ku şopên kûr a welatparêziyê hildigre û bi gelê xwe ya fedakar tê zanîn, mezin bû û wekî dilsozê çanda xwe mezin bû. Ji ber ku di derdora wî ya nêz de tevlîbûn çêbûn û zarokatiya wî li Xaçortê derbas bû ku girseya me ya welatparêz lê pir dijîn, Tevgera me ya Azadiyê di temenkî biçûk de nas kir. Hevrêyê me Baz ê ku li hemberî zilmên li derdora wî dihat jiyîn bi hestiyar bû, di salên dibîstanê de wekî sempatîzan di hin xebatan de cih girt. Sala 2010’an di xebatên ciwanan de tecrubeya xwe ya ewil bi dest xist. Hevrêyê me yê ku sala 2010’an di çalakiyekî civakî de ji destê xwe ya çepê birîndar bû, ji bo tola xwe ji dijmin hilîne biryara mezinkirna têkoşîna xwe da. Bi zanebûna ku bersiva herî mezin a polîtîkayên îmhayê ya dewleta Tirk li dijî gelê me û Tevgera me berxwedana gerîla ye, lêgerînên xwe mezin kir. Hevrêyê me Baz ê ku di xebatên ciwanan de firsend dît ku Tevgera me baştir nas bike, dizanîbû ku êdî zêdetir nêzî azadiyê ye. Di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava û Şengalê li dijî civaka me ya Êzidî de wekî ciwanekî Kurd ê welatparêz biryara tevlîbûnê da.
Di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku perwerdeya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê girt, bi perwerdeyên wergirtî di demekî kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Xwest xwe di branşên leşkerî de pêş bixe û ji bo ku derbe li dijmin bide pêşniyar kir. Tevî ku perwerdeya wî ya ewil jî bû, derfetan baş nirxand û ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî bi berpirsyariyekî mezin bi cih bîne kete nava lêgerînan. Bi serbilindiya bûyîna gerîlayekî Apoyî û milîtanekî fedayî ya gelê me, ji her erkê re amade bû. Di şert û mercên herî zehmet de jî kêliyek jî bêmoral nebû û xwedî li erkên xwe derket. 6 salan di qadên zehmet de pratîk kir. Di sala 2018’an de li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker, di gelek qonaxên şer de cih girt. Di her çalakiyên ku tê de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya wêrek ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Di qada leşkerî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Li jiyanê bi çêkera xwe ya bi tevger û xwîngerm , di her qadê de hezkirina hevrêyên xwe girt. Piştî pratîkekî dijwar, di sala 2021’an de tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de lêpirsînên kûr di kesayeta xwe de kir û bi hemû hebûna xwe meşa li ser xeta fedayî kir armanc. Hevrêyê me yê ku li ser parastinên Rêbertiya me û taktîkên gerîla yên serdema nû lêhûrbûn bû, xwest bibe bersiva bendewariyên pêvajoyê. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, pêşniyar kir ku dîsa derbasî qadên ku berxwedanên destanî lê tên kirin bibe. Hevrêyê me Baz ê ku di sala 2022’an de berpirsyarî girt û derbasî qada Zapê bû, di nava çalakiyên ku derbên mezin li dagirkeran da cih girt.
Hevrêyê me Baz ê ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji pîvanên xwe yên milîtaniya Apoyî neda, bi wêrekiyekî mezin şer kir û bi fedakariya xwe bû mînak, bi kesayeta xwe ya sade, helwesta xwe ya serketinê û bi jiyana xwe ya fedakar mîrateyekî têkoşînê ya dewlemend hişt ji me re. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqê bîranînên bêhempa û xeta têkoşînê ya hevrêyê xwe Baz ku 18’ê Hezîrana 2023’an tevlî karwanê şehîdan bû û careke din bi rêzdarî û minetdarî wî bi bîr tînin."