HDP wê li Elmanyayê dest bi hevdîtinên dîplomatîk bike

Heyetek ji rayedarên payebilind ên HDP'ê wê 10'ê Îlonê bê Berlînê. Serdana heyetê wê sê rojan bidome.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyan dike ku ji sala 2016'an û vir ve yekemcar di asta serokê giştî de serdana Berlînê bike. Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserok Sezaî Temellî ji parlamenterên HDP'ê Mîthat Sancar û Feleknas Ûca, Nûnerên HDP'ê yên li Elmanyayê Leyla Îmret û Sînan Onal pêk tê.

Serdan wê 10'ê Îlonê roja Duşemê dest pê bike û heta 12'ê Îlonê roja Çarşemê bidome.

Hate ragihandin, partiya nîjadperest Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ne di navê de, HDP'ê randevû ji hemû partiyên koma xwe li Meclîsa Federal hene girtiye.

Tê payin ku heyet roja Duşemê bi van kesayetan re rûnê: bi navê Hevserokatiya Koma CDU/CSU Dr. Andreas Nîck, Hevserokên Koma Meclîsê ya Partiya Keskan Katrîn Goerîng-Eckardt û Dr. Anton Hofreîter, Alîkarê Serokê Koma Meclîsê ya FDP'ê û serokê berê yê partiyê Alexander Graf Lambsdorff, Hevserokên Koma Meclîsê ya Partiya Çep Sahra Wagenknecht û Dîetmar Bartsch.

Heyeta HDP'ê wê danê êvarê jî bi pisporên hin weqfan re rûnê. Roja Sêşemê jî wê bi Koma Dostaniyê ya navbera Parlamentên Tirkiye-Elmanyayê re hevdîtinê bike. Saet 11'an jî wê li Konferansa Çapemeniyê ya Federal civînekê li dar bixe.

Piştî nîvro wê heyeta HDP'ê bi Hevserokên Partiya Çep Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger re rûnên. Danê êvarê jî wê bi Seroka Koma Meclîsê ya SPD'ê Andrea Nahles re hevdîtinê bike.

Sibeha Çarşemê jî heyet wê bi meqamên Serokkomarî û Serokwezaretiyê re hevdîtinê bike. Herî dawî wê bi payebilindên Wezareta Karên Derve û Wezareta Karên Ewropayê re rûnê.

Êvara Çarşemê jî wê li Hotel Merkurê bi beşdariya endamên heyetê şeva piştgiriya bi HDP'ê re bê lidarxistin.