HDP û gel nerazîbûn nîşanî betalkirina parlementeran dan

HDP û gel nerazîbûn nîşanî betalkirina parlementeriya Sariyildiz û Hezer a HDP’yî dan.

Wekîla serokatiya koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû nerazîbûn nîşanî betalkirina parlementeriya parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer da. Kerestecîoglû di Lijneya Giştî de axivî û got: “Em parlementerên gel in. Li ba gel parlementeriya me betal nabe. Hûn dixwazin me têxin girtîgehan, dixwazin parlementeriya me betal bikin, em ê parlemenenterên gel bin.”

Parlementerên HDP’ê yên li Amedê di nobeda Wijdan û Edaletê de nerazîbûn nîşanî betalkirina parlementeriya Sariyildiz û Hezer dan. Li ser navê parlementeran Wekîlê Serokatiya Komê Ahmet Yildirim got,: “Tûgba Hezer berpirsyariya Wan û Serhedê, Faysal Sariyildiz jî ya Botan û Şirnexê hilgirtin.”

KERESTECÎOGLÛ: LI BA GEL BETAL NABE

Kerestecîoglû got: “Em ê li vî welatî siyasetê bidomînin. Herçiqas parlementeriya hevalên me hatibin betalkirin jî, em parlementerên gelan in, divê vêya bizanibin.

Li ba gel parlementeriya me betal nabe, dixwazin me biavêjin girtîgehan û dixwazin me bidarizînin. Ev tişt di dîroka we de wê madalyayeke qirêjî be, di dîroka me de jî wê wekî têkoşîna demokrasiyê were bibîranîn.”

YILDIRIM: WÊ FAŞÎST TÊK BIÇIN!

Yildirim jî ev tiştên hanê diyar kir:

“Me bawerî bi tiştekî aniye. Wê faşîst têk biçin. Berxwedêr, azadîxwaz û kesên têkoşîna demokrasî û aştiyê dikin wê bi ser bikevin.

Têkoşîna me ya 3 rojan jî wê wisa be. Ev berxwedan wê pêl bi pêl mezin bibe. Bi bariyerên pola nayê astengkirin. Çawa ku nikarin lêdana dil û mejiyê me asteng bikin, wê nikaribin pêşiya me jî bigirin.

Em her yek Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz in. Em ê bi ser bikevin. Wê faşîst û derbekar têk biçin. Tûgba Hezer û Faysal Sarilyildiz rûmeta me ye!”