HDP: Tinehesibandina Mitebeqata Dolmabahçayê daye windakirin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mitebeqeta Dolmabahçayê, ku 28'ê Sibata 2015'an hatî ragihandin bi bîr xist û diyar kir tinehesibandina mitebeqatê, daye windakirin.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bal kişande ser Mitebeqata Dolmabahçeyê, bi bîr xist, ku mitebeqat 28'ê Sibata 2015'an di navbeyna şandeya Imraliyê û rayedarên dewlet û hikûmeta Tirk de hatibû danîn û got Mitebeqata Dolmabahçeyê weke yek ji gava herî girîng û krîtîk ku ji bo xeyalên demokrasî, aştî û azadiyê ya civaka Kurdistanê û Tirkiyê pêk bîne, bike ku civak bi hêvî li dahatuyê binere, aştiya civakî û xwîşk û biratiyê pêk bîne, derbasî dîrokê bûye.

HDP'ê bi berdewamî got Mitebeqata Dolmabahçayê ji bo çareseriya pirsa Kurd a sedsalî û tifaqa hezar salî ya Kurd-Tirkan nû bibe bûye yek ji gava dîrokî, diyar kir ev mitebeqat ne di navbeyna AKP û AKP'ê de, yan jî ne di navbeyna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û AKP'ê de, li ser navê hemû sazûmaniya tevgera Kurd mitebeqateke di navbeyna Ocalan û şandeya dewletê ye, bi vê mitebeqatê bi pêşî her çendî dabe ber xwe ku pirsa Kurd çareser bike jî, ji bo demokratîkbûna Tirkiyê jî bûye fersendeke mezin lê AKP ji bo hesabên biçûk ên desthilatê mitebeqat red kiriye û derb li dahatuya demokrasiyê ya Tirkiyê daye.

HDP'ê bi domdarî got, ''Rûdanên van 6 salên dawî ku vîna çareseriyê tine hatiye hesabandin, li ser me hemûyan ferz dike ku em vê pêvajoyê li bêjingê bidin. Ti sûda redkirina Mitebeqeta Dolmabahçayê li vî welatî nebûye, nabe jî. Bi tinehesibandina vîna çareseriyê welat ji wê rojê û wir ve ketiye nav gerîneke tarî, ketiye rewşeke ku nema dikare pêş xwe bibîne.''

Bi berdewamî hate gotin,''Tirkiye ne mehkûm û mecbûrî vê kevala tarî ye. Tekane rê heye ku Tirkiye ji vê rewşê derkeve û xilas bibe, ew jî ew e ku vegere ser vîna demokratîk, çareseriya sivîl ku Mitebeqata Dolmabahçayê daniye. Li gel ev qas êrîş, tinehesibandinê jî, vîna çareseriyê ku Mitebeqata Dolmabahçayê afirandî îro jî nîşan dide çendî hewce ye. Muxatabê vê mitebeqatê tevahiya civakê ye, di serî de partiyên muxalefetê, hemû derdor in ku dibêjin ew li ser dahatuya Tirkiyê xwedî gotin in.''

Herî dawî hate gotin, ''Em radigînin ku em hê jî li ser vîna çareseriyê ya Mitebeqata Dolmabahçayê ne, heta ku em li Tirkiyê çareseriya demokratîk pêk bînin em ê têbikoşin. Xwedîderketina li vê vînê hewcehiyeke demokratîk e ku li dijî hişmendiya otorîter divê were nîşandan. Ji ber vê, em careke dî bang dikin ku xwedî li vê vînê were derketin û ji bo çareseriyê ked were dayin.''