HDP: Tekane rê Ocalan û têkoşîn e

HDP’ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê daxuyand. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku dixwazin wekî ku pêvajo didome bidin nîşandan û diyar kirin ku aştî bi têkoşîn û Ocalan dikare pêk bê.

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê bang kir ku divê berxwedan û mûxalefet were xurtkirin û diyar kir ku her gava îro wê pêşerojê diyar bike.

HDP’ê encamnameya Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya di 28’ê Gulanê de eşkere kir.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di warê otorîteriyê de ji pêvajoyeke girîng em derbas dibin û diyar kir:

EM Ê AWAYÊ JIYÎNA XWE DIYAR BIKIN

Di pêşerojê de gelo em ê li jêr rêveberiya ‘zilamek’î de bijîn a ku zext û zordarî li ser jin, ciwan, muxalefeta demokratîk heye û hemû maf tên binpêkirin yan jî em ê di komareke demokratîk de bijîn a ku her kes wekî hev, di nav azadî û aştiyê de dijîn? Her gavên îro ew ê van tiştan diyar bike.

HDP bi vê hiş û ferasetê li gorî avadaniya Tirkiyeyê ya pirzimanî, pirbawerî, pirnasnameyî “peymaneke civakî” ango destûra bingehîn a demokratîk wekî peywireke polîtîk dide ber xwe. Em gazî hemû sazî, dezgeh, jin, ciwan û gelan dikin ku ji bo armanca çêkirina destûra bingehîn a demokratîk em têkoşîna hevpar bikin.

‘TÊGIHIŞTINA PÊVAJOYÊ DIDIN AVAKIRIN’

Partiya me wekî duh wê ji bo çareserkirina kêşeyan Kurdan û avakirina jiyana wekhev û bi hev re wê têbikoşe. Faşîzma Erdogan-Bahçelî her roj zext û zordariyên xwe zêdetir dike û operasyonên siyasî û leşkerî didomîne. Bêyî ku muxatabên wê yên civakî û siyasî hebin dixwazin têgihiştîneke pêvajoya diyalogê bidin avakirin.

'RÊYA AŞTIYÊ BI OCALAN Û TÊKOŞÎNÊ RE DERDAS DIBE'

Em careke din bi bîr dixînin; Ev polîtîkayên ku berdewam bike, di aliyê exlaqî, siyasî û civakî de avakirina pêvajoyeke aştiyê ne mumkun e. Ji ber vê sedemê îro peywira mûxalefeta civakî ya li dijî politîkayên rejîma Erdoganê ku dixwaze civakê, gelan, bawerî, kedkaran, jinan, ciwanan, akademîsyenan mehkûman bike, têkoşîn e.  Daxwaza me ya aştiyê ji holê rakirina sedemên şer e û hemû neteweyên ku li ser vê xakê dijîn bi awayekî wekhev bijîn û pêkanîna zemînê destûra bingehîn e.

Em ji dîroka xwe ya nêz jî dizanin, pêkanîna aştî û rewşa mûzakerayan di bin têkoşîneke dirêj ya demokrasiyê re derbas dibe. Di heman demê de ev têkoşîn rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tê kirin û avakirina rewşa mûzakerayan digire nava hevdîtinê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî zext, êrîş, asîmîlasyon û polîtîkayên îmhakirinê dawî lê were, ji bo aştiyê bi mûxatabên rast re diyalog dest pê bikin û têkoşînê bilindtir bikin.

Rejîma Rewşa Awarte (OHAL) ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) li ser akademî û çapemeniya ku azadiya xwe îfadekirin û ragihandinê bi kar tîne, zexteke zêde ava kiriye. Ji kar derxistina kedkar, akademisyen û rojnamevanan yek ji pêkanînên hikûmetê ye. Kêmkrina mafê demokratîk û azadiyê ku Tirkiyeyê hevpeymanên demokrasiya navneteweyî îmze kiriye û ne li gorî Destûra Bingehîn a heyî ye. Em ê li cem van kesan bin ên ku xwedî li keda xwe, aqilê xwe, fikirê xwe derdikevin û kesên ku mûxalefetê dikin.

GEZÎ HAT SILAVKIRIN, JI BO TIFAQÊ BANG HATE KIRIN

Fikarên îro û tirsa sibehê jiyana kedkaran tim dixwe nava tengezariyê. Desthilata dewletê û darayê ku teqez serweriya xwe bi dorpêça ewlekariyê pêçan, xweza, mirov û civakê dixe nava bêbaweriyê. Grev û berxwedanan kedkaran tê astengkirin, dixwazin kolanan bidin qedexekirin. Ji bo li dijî keda kedkar û karkerên ji bo vî welatî xudanê dirêjin, li dijî plana xestpkirina tezmînat, ne ewlekariya kar, ji bo bingehekî têkoşîna civakî bidin avakirin, li gel rêxistinên kedê tevger bikin.

Ruhê Geziyê yê ku govenda demokrasî û azadiyê ku li dijî plana rejîam totalîter a desthilata Erdogan/AKP’ê û li dijî zilmê li kolanan qîr kirin, piştî çar salan jî hê di hafizaya me de zindî ye. Di demê pêvajoya têkoşînê ya li pêşiya me, vê hişmendiyê tacîdar bikin, li dijî pêkanîn  Erdogan û kiryarên wan rawestin.

Ji bo hemû hêzên demokratîk û siberoja xwe ya wekhev bixin di bin ewlehiyê de, her kesê daxwazî cih girtina li gel berxwedana demokratîk û refên muxalefetê dikin; ligel wekhevî, azadî, demokrasî û mafê kedê, biparêzin.  Ji bo avakirina komara demokratîk, bang li her kesê dikin ku rêz ji fikrên cihê re diger, têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê bilind bikin.