HDP: Lîsteya destgîrkiriyan li Qesrê hatî amadekirin û ji dozgeriyê re hatiye şandin

Dede yê HDP’yî têkildarê operasyonên qirkirina siyasî ya îro li Tirkiyê pêkhat daxuyaniyek da û got: “Ev zext û zilm nikare biryardariya têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelaan bişkîne.”

Alîkarê Hevserokê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDP Umît Dede di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Beriya Cejna Newrozê ku sembola berxwedana Kurdan e, êrîşên bloka serdest a faşîst a ji bo tirsandina gelê Kurd zêde kirin. Di operasyonên ku îro hatin kirin de herî kêm 70 kes hatin destgîrkirin. Hê mehek derbas nebûye ku Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan ew eşkere kirin. Bîlançoya nexşeya wî ya ji bo partiya me bi vê re sînordar nebû. Dadweriya ku bûye amûrê desthilatê, destgîrkirin û girtina kesên ji hêla Wezîrê Karên Hundir Soylû ve hatine gotin û hedefgirtin dewam dike.

Du roj berê mafê wekîltiyê ya wekîlê me birêz Omer Farûk Gergerlîoglû bi komploya vê dadweriyê ku bi desthilatê ve hatiye girêdan, hate betalkirin. Heya çend sal berê yên ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê digotin ‘Em giyajehrkê vedixwin, me serê xwe danî ser vê yekê’, yên ku dibêjin "aştî" bi endametî û propagandayê tawanbar dikin. Ew ji dengê aştiyê ditirsin û hewl didin kesê ku aştiyê dixwaze ceza bikin.

Desthilata ku ewqas gotin reform, dadwerî deforme kirin û veguhertin boxçika pînekirî, ji aliyekê ve bi rengekî qarqarî plansaziyên reformê ya mafê mirovan pêktînin û aliyek din ve jî doza girtinê li ser paertiya me ya ku partiya duyemîn a mezin a muxalefeta Tirkiyeyê ye vekirin. Hewldana hukûmetê ya ji bo rakirina mafê destwernedanê ya wekîlên me û girtina partiya me, di şexsê me de hewldanek ya ferzkirina zext û tehdîtkirina hemû civakê ye. Plana desthilatdariya AKP-MHP’ê ya avakirina Tirkiye û qadek siyasî ya bêyî HDP’ê, armanc dike ku siyaseta demokratîk bêkêr bike.

Li aliyê din, taktîka destgîrkirin û girtinê ku di serê plana hikûmetê ya girtina de facto ya HDP’ê de ye, îro li Enqerê, Stenbol û Edenê ji nûve xistin meriyetê. Lîsteya destgîrkiriyan ku di nava wan de Serokê ÎHD Oztûrk Turkdogan, hevserok û rêvebirên me yên parêzgeh û navçeyan, hema bêje li Qesrê hatiye amade kirin û ji dozgeriyan re hatiye şandin. Ev operasyona ku piştî Soylu ÎHD hedef nîşan da pêkhatî îspata vê yekê ye.

Ev zilm û zordarî; wê nikaribe biryardariya têkoşîna gelan û hêzên demokratîk bişkîne. Berevajî vê yekê, biryardariya me ya têkoşînê bilindtir dibe. Em carek din dubare dikin; gelên li Tirkiyê wê li hemberî van polîtîkayên koalîsyona desthilatdariyê, di têkoşîna ji bo azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê hev bigire û bihêz bibe.”