HDP: Lingê darbeyê yê çapemeniyê li ser kar e

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Azad Bariş diyar kir ku Ajansa Anadolû ‘lingê darbeyê yê çapemeniyê ye’.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Berpirsê Çapemenî û Propagandayê Azad Bariş diyar kir ku piştî darbeya qeyûm çapemeniya alîgirê AKP’ê ketiye nava tevgerê.

‘DEREWÊN WAN ROJA YEKÊ HILWEŞIYA’

Bariş daxuyniyek nivîskî da û got; “Operasyona çêkirina têgihiştinê ku bi bacên gel xwe fînanse dike Ajansa Anadolû ye. Derewa AA ya ‘Dayika ku kurê wê revandî çiyê li pêşiya avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê dike’ roja yekê derket holê. M.A yê ku tê gotin revandine çiyê li Amedê ji çapemeniyê re axivî û got ‘Nûçe derew in, ez ji ber pirsgirêkên malbatî ji malê derketim’ li ser vê hê jî nûçeyên derew diweşînn. Ev operasyona çêkirina têgihiştinê weke dewama pêvajoya operasyona çêkirina têgihiştinê  ya 28’ê Sibatê ye.”