HDP: Karkerê li Dîlokê ji ber polîtîkaya desthilatdariyê mir

HDP'ê ragihand, berpirsyarê mirina karkerê li Dîlokê ji ber vîrûsa koronayê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye.

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Kedê Berpirsyar Şaziye Kose têkildarî mirina karkerê bi navê Ûgûr Kartal ê li Dîlokê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalekî me yê karker ê li febrîqeya pêlavan a Akinalbella dixebitî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthilatdariya AKP'ê ku li şûna tenduristiyê mijara aboriyê datîne pêşiya xwe, li sektora ne neçarî sermayeyê teşwîq dike û kar didomîne. Desthilatdarî di vê pêvajoya awarte de 'ya bi xebitandinê ya jî li malê bi birçîbûnê' karkeran dikuje."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mirov ji bo pêlavan çêbikin jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê ferzkirinê doh li Akinalbella Ûgûr Kartal ê 27 salî jiyana xwe ji dest da. Li sektorên ne neçarî divê navber ji hilberînê re bê dayin û ji bo karkeran destûra bi heq bê dayin."