HDP: Ji bo Farqînê wext nemaye; em bilez piştevaniyê bikin

HDP’ê bal kişand ser komkujiya AKP li Farqînê pêk tîne û got: "Êrîşên li Farqîn û navçeyên din ne ‘têkoşîna bi terorê re’ ye teslîmgirtin û pelçiqandina gel e.”

HDP’ê ku got: "Bêdengiya li rojavayê Tirkiyeyê pir xeter e” banga hişyariyê kir. HDP’ê di daxuyaniya xwe de bang li AKP’ê jî kir û got:  "Em careke din bang li hikûmetê dikin ku operasyonan rawestîne, rêz nîşanî îradeya siyasî ya gelê Kurd bide û pirsgirêkê bi rêya muzakareyê bigire dest.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî komkujiya dewletê ya li navçeya Farqîn a Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Navçeya Farqîn a Amedê ev zêdetirî du mehan e di bin dorpêç û êrîşan de ye. Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja 9. de ye. Li navçeyê cara 6. qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Der barê gelek mirî û birîndaran de agahiyên bi tenduristî nayên wergirtin. Bi sedan mal û dikan êdî di rewşeke ku neyên bikaranîn de ne. Li gelek taxan nan, elektrîk û av nîne. Li navçeyê xetên înternet û telefonên bêrîkan naxebitin. Li asîman jî helîkopter û pêgerên hewayî yên bêmirov digerin. Tîmên taybet, jenderme û leşker bi tank, wesayîtên zirxî, top û sekvanan li navçeyê operasyonan li dar dixin.  Bi tankên li girên navçeyê hatine bicihkirin tax tên topbarankirin…

Asta şîdet û binpêkirina mafan her roj zêdetir dibe. Di serî de mafê jiyanê hemû mafên însanî tên binpêkirin. Parlamenterên me yên li wir di bin tehdîdeke giran de ne. Lê tevî hemû nixumandinan tiştên rû didin nikarin ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê veşêrin.”

'OPERASYONA TESLÎMGIRTINA GEL’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Farqîn di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Kesên li vê navçeyê dijîn welatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Sedema zilma li hember wan ev e ku xwedî li îradeya xwe ya siyasî derdikevin, mafên xwe diparêzin, ji hember zilmê têkoşîna azadî û wekheviyê didin û li ber xwe didin. Xwedî li daxwaza xweseriyê ya rewa û siyasî derdikevin. Ev daxwaza demokratîk a gel bi tank, top û zilmê nayê pelçiqandin. Êrîşên li Farqîn û navçeyên din ne ‘têkoşîna bi terorê re’ ye teslîmgirtin û pelçiqandina gel e.”

'BÊDENGBÛNA ROJAVA FIKARAN AVA DIKE; PÊWÎST E EM TAVILÊ ÊŞAN BI DAWÎ BIKIN'

Bêdengbûna rojavayê Tirkiyeyê fikarên mezin ava dike. Li hemberî pêkanînên hikûmeta demkî bêdeng dimîne. Dengên ji kolan, gund, navçeyên herêmê û Farqînê radibe nabihîze. Bilindkirina qîrîna aştiyê, wekhevî, xwişktî û biratiya gelan her diçe zehmettir dibe, lê li hemberî vê jî her ku diçe girîngiya wê jî zêde dibe.

Em careke din bang li gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, welatiyên bi wijdan dikin. Beriya ev êş veguherin karesatên mezin, pêwîst e em bisekinînin. Ev bûyer ne lîstik in û pêşketin hatine nuqteyek ku nema vedigere. Wek civak rewşa windakirina hêstan ti caran nayê qebûlkirin.

Îro tiştên li Farqînê diqewimin, sibê wê li cihekî din jî biqewimin, divê em bêdeng nemînin. Pêwîst e em hêzên xwe bikin yek. Ji bo li ser vê axê hêstên aştî û edaletê, hedefa jiyana wekhev birîn nebe, divê em piştevaniyê bilind bikin. Bêdeng mayin tê wateya pejirandinê. Şert her çiqasî zor bin jî bila bibin, ji derveyî aştî û wekheviyê wê her rêbaz êşên me kûrtir bikin.”

BANG LI HIKÛMETÊ

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bang li hikûmetê jî kir û wiha got: “Em careke din bang li hikûmetê dikin ku operasyonan rawestîne, rêz nîşanî îradeya siyasî ya gelê Kurd bide û pirsgirêkê bi rêya muzakareyê bigire dest. Em careke din dibêjin, divê ti pirsgirêkên me yên bi axaftinê çareser nebin nemînin.”