HDP girîngiyê dide tifaqa civakî

HDP girîngiyê dide tifaqa civakî

Hevserokê HDP'ê Kurkçu diyar kir ku ji bilî HDP'ê ti bingeheke siyasetê ku muhafazakar xwe lê baştir îfade bike nîne û destnîşan kir ku ew dikarin di mijara dijberiya kapîtalîzmê de bên cem hev. Kurkçu got, "Kapîtalîzm ne tenê bi çîna karkeran bi tevahiya mirovahiyê re pev diçine" û diyar kir ku di şûna siyasî de ew girîngiyê didin tifaqên civakî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Ertûgrûl Kurkçu, 1. Kongreya Awerte ya partiya xwe, piştgiriya ku wê werbigire, mijara tifaqan û sernavên mîna van ji ANF'ê re nirxand.

Hevserokê Gişî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku di 1. Kongreya Awerte ya partiya wan de hem bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hem jî bingeha tevgerên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyê cih girtin û got, "Hem ji BDP'ê hem jî ji beşdariyên siyasî yên ku em li bendê bûn, di asta herî bilind de me dîtin. Bi xebatkarên xwe, nûnerên taxan, karker, jin, kedkarên tevgerên sosyalîst, civateke aheng hebûn. Ji gelemperiya Tirkiyê beşdariyeke xurt hebû."

NETEWEPEREST Û ALÎGIRÊN AKP'Ê ÇIMA ACIZ IN?

Kurkçu diyar kir ku HDP berû piştî kongreyê di nava neteweperest û alîgirên AKP'ê de rê li ber du reaksiyonan vekiriye û got, "Neteweperest bêzarin ku helwesteke çep bi Kurdan re bibe yek û veguhere navendekê. Li aliyê din AKP û alîgirên wê jî bêzarin ku gelê Kurdistanê, Kurd bi çep û demokrasiya Tirkiyê re hevkariyeke nû bike. Ew jî dixwazin Kurdan li Kurdistanê bihêlin. Li ser bingeha hevkariya ol, aştiyeke bi Kurdan re dipejirînin. Di wê baweriyê de ne ku ku girseyên oldar li ser bingeha olê çareseriyê qebûl bike, wê ev yek ji bo girseyên oldar mayînde be. Lê belê eger ev çare bûya, diviyabû hikûmetên Sûriye, Îran û Iraqê bi kêfxweşî aştiya bi Kurdan re pêk neanîbûya?"

'ÇÎROKÊN JIYANÊ YÊN GELÊ KURD ÇÎROKÊN RIZGARIYA CIVAKÎ NE'

Kurkçu da xuyakirin civakên oldar di têkoşîna Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û destnîşan kir ku ev derdorên civakê li dijî Tirkîtiyê û asîmîlasyonê xwedî helwesteke girîng in. Kurkçu diyar kir ku hişmendiya azadiya olî ya vê civakê û hişmendiya AKP'ê ya di vî warî de naşibin hev û got, "Hişmendiya AKP'ê ew e; ku nirxandina Diyanê ya Îslamê li ser gelan tê ferzkirin. Em ji 'Înên sivîl' dizanin ku Diyanet li dijî tevgera azadiyê weke navendeke terorê dixebite. Îslamiyet ne baweriyeke ku şîroveya wê bi tenê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê parvekirin."

Kurkçu bibîr xist ku Kurd li Kurdistan û bajarên mezin ên Rojava dijîn û got, "Çîna karker a Kurd, yek ji dînamîkên kedkar ên herî girîng e. Çîrokên jiyanê yên gelê Kurd li dijî neheqiya civakî û binpêkirinan, çîrokên têkoşîna rizgariya civakî ye. Li vê cîhanê azadî û edaletê dixwazin. Derketina tevgereke bi pirrengî û beşdarî ya bersivê dide hesreta rizgariyê ya civakî, alternatîfek li dijî nêzîkatiyên yekperestiya bawerî û mezhebî ye."

'JI BO BIBE SOSYALÎST EM BANG LI KESÎ NAKIN'

Kurkçu ji bo pirsa "Oldarek çima dengê xwe bide HDP'ê" ev bersiv da; "Ji bo oldarekî, divê em karibin qadekê vekin ku ew jî karibe lê derdê xwe bîne ziman. Ji ber ku HDP dê dest ji oldariya wî-ê neke, ji bo dawî li êşên wan bîne, dê pê re têbikoşe."

Kurkçu da xuyakirin ku ji bo bibe çepgir, sosyalîst, Marksîst-Lenînst ew bang li kesî nakin û got, "Ev der ne qadeke felsefîk e, hevkariya têkoşînê ye. Kapîtalîzm ne tenê li hemberî çîna karkeran, li dijî tevahiya mirovahiyê şer dike. Lewma hemû beşên civakê ji bo di heman têkoşîna azadî û rizgariyê de cih bigirin, xwedî sedemên hevpar in. Em bang dikin ku di têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de em alîkariyê bidin hev. Ji ber ku xwedî rexneya herî hevgirtî ya li dijî kapîtalîzmê ne, sosyalîst herî zêde derdikevin pêş. Ne HDK ne jî HDP saziyeke taybet a sosyalîst nîne, bi dînamîkên sosyalîst, antî kapîtalîst û azadîperest re, nûnerê siyasî yê navenda têkoşîna li dijî rejîma serdest e."

'BÊYÎ LI BENDA BANGA NAVENDA GIŞTÎ WERE SEKINÎN, MEŞANDINA TÊKOŞÎNÊ'

Kurkçu ji bo HDP'ê got, "partiya partiyan, tevgera tevgeran, însiyatîfa însiyatîfan" û destnîşan kir ku ewê bi vê têkoşînê dakevin kolanan û têkoşîna dema nû bimeşînin. Kurkçu got, "Di bingeha HDP'ê de derfetên mezin ên şoreşgerî hene. Bêyî ku li benda banga navenda giştî ya BDP'ê were rawestîn, girîng e ku hemû pêkhateyên BDP'ê û dînamîkên herêmî têkoşîna xwe dewam bikin û qada xwe dorpêç bikin. HDP dê ji bo van rêgeheke hevpar a meşê diyar bike. Meşa ji jêrê û li ser bingeha dînamîkên tevgera cewherî. Yek ji derfetên me yên herî girîng ev e."

'DEMÎRTAŞ, KIŞANAK Û EZ, BI HEMAN RENGÎ DIFIKIRIN'

Kurkçu da xuyakirin ku medya navendî heman piştî kongreya HDP'ê dest bi şerê psîkolojîk kiriye û anî ziman ku ligel ku di navbera HDP û BDP'ê ti pirsgirêk tineye jî, ji ber neamadebûna Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li kongreyê, çapemeniyê ev yek weke pirsgirêkekê nîşan da. Kurkçu got, "Hemû nûnerên tevgereke polîtîk, BDP jî HDP jî di nav de, ne mumkune ku di heman demê de li heman cihî bin. Gera Demîrtaş a DYE ji ber ku ku zûdeyî hatibû plankirin, lewma ne amade bû. Lê beriya dest bi gera xwe ya DYE bike, di bernameya televîzyonekê de têkiliya HDP-BDP'ê mîna min bi ziravî rave kiribû û hînê jî vedibêje. Gultan Kişanak li kongreyê bû. Nêrîna herdu Hevserokan a der barê HDP'ê de weke hev in. Hebûna Gultan Xanim li kongreyê û axaftina wê, Birêz Selahattîn Demîrtaş jî temsîl dike. BDP, HDP ji mirovên jêhatî, jîr û rast pêk tên. 

Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku dê beşdariyên nû li nava partiya wan çê bibe, lê ji bilî partiyan ew girîngiyê didin derdorên civakî.