HDP: Gel di kongreya me de alternatîf nîşan da

Hevserokên Giştî yên HDP'ê diyar kirin ku gel kongrya HDP'ê kiriye şahiya demokrasiyê û spasiya beşdaran kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gel di kongreya me de alternatîf nîşan da."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi daxuyaniyekê gotin, "Em minetdarê gelê xwe ne ku kongreya me kir şahiya demokrasiyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî hêzên ku bi hemû derfetên xwe hewl didin me tine bikin, li dijî desthilatdariya AKP'ê bi deh hezaran kes doh tevlî 4'emîn Kongreya Asayî ya partiya me bûn û kongre bi biryardarî, coş û moraleke mezin hate lidarxistin. Kongreya me di nava biryardariyeke wiha de veguherî şahiya demokrasiyê û alternatîfa rasteqîn nîşanî Tirkiyeyê da. Di kongreyê de bi hilbijartina rêveberiya xwe ya nû me ne tenê îdîaya xwe mezin kir. Di heman demê de li kongreya me hem ji bo me hem jî ji bo yên welêt bi rê ve dibin peyamên girîng hatin dayin. Li gel gef, êriş û bêderfetiyan jî gelê me li dora partiya xwe civiya. Vê yekê nîşan da ku derketina welêt ji nava tarîtiyê, krîz û tengaviyê tenê bi rêveberiya HDP'ê dibe. Careke din piştrast kir ku HDP hêvî ye."

Di daxuyaniyê de spasiya beşdaran û mêvanan hate kirin û hate destnîşankirin ku bi hêz û berpirsyariya ji kongreyê wergirtî wê partiya xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin.