HDP: Endamên me yên dîwanê wê tevlî ziyareta Erdogan nebin

HDP'ê der barê ziyareta endamên Dîwana Serokatiya Meclîsê ya ji bo Erdogan de daxuyaniyek da û diyar kir ku endamên HDP'ê yên dîwanê, wê tevlî vê ziyaretê nebin.

Rêveberiya Koma Meclîsê ya HDP'ê der barê ziyareta endamên Dîwana Serokatiya Meclîsê ya ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'EM Ê ERDOGAN Ê KU ŞER FERZ DIKE ZIYARET NEKIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokkomar Erdogan ê ku ji beriya hilbijartinan heta roja îro timî bi gotin û pêkanînên xwe re HDP kiriye hedef, di serî de pîvana bêalîtiyê hemû erkên Destûra Bingehîn daniye pêşiya wî tine dihesibîne, plansaz û rêveberê hemû zext û operasyonên li hemberî partiya me ye, ji bo hesabên xwe yên hilbijartin û desthilatdariyê pêvajoya çareseriyê asteng kiriye û şer li se gelên Tirkiyeyê ferz dike, îro saet di 14:00 de ji aliyê endamên Dîwana Serokatiyê ya Meclîsê ve tê ziyaretkirin. Endamên Dîwanê yên HDP'yî wê tevlî vê ziyaretê nebin."