HDP'ê li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir

HDP'ê biryar da ku tevlî civata giştî ya meclîsê nebe û li hewşa meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li dijî qirkirina siyasî li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Bûldan destpêkê axivî û têkildarî Servet Tûrgût ê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hate avêtin û qetilkirin got, "Yên ku ev êşkenceya li dijî mirovahiyê kirine, berpirsyarên vê yekê û yên wan diparêzin şermezar dikim. Bêguman wê nikaribin ser vê êşkenceyê binixumînin. Ji bo berpirsyar bên darizandin bi navê HDP çi ji destê me bê emê bikin."

'OPERASYONA TOLHILDANÊ Û DARBEYÊ'

Bûldan diyar kir ku li dijî partiya wan operasyona 'tolhildana siyasî' tê kirin û ragihand ku siyasetmedarên hatine destgîrkirin bi rengekî kêfî girtî tên hiştin. Bûldan ragihand ku serê sibehê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û endamên Meclîsa Şaredariyê hatin destgîrkirin. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku ev operasyon hiqûqî nîne, siyasî ye. Li gorî ajandaya siyasî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê operasyona darbeya siyasî hatiye kirin."

Bûldan destnîşan kir, desthilatdarî her ku winda dike bêhtir êrişkar dibe û HDP û hêzên demokrasiyê hedefa wan a sereke ye û got, "Ji ber polîtîkayên xwe yên şer di polîtîkaya hundir û derve de, di aboriyê de û li her qadên jiyanê civakê dixin nava krîzeke kûr. Desthilatdariya AKP-MHP ku nikare bi rê ve bibe, siyasetê sor dike, hewl dide pêşî li têkçûna xwe bigire. Dixwazin bingeha siyaseta demokratîk ji holê rakin, yên ku siyaseta demokratîk dimeşînin û rêxistiniyên demokratîk tasfiye bike. Plana hilweşandina demokrasiyê dimeşînin."

'HÛN Ê NIKARIBIN ME RAWESTÎNIN'

Bûldan anî ziman ku bi 'Bernameya têkoşîna demokratîk' re ya ku 1'ê Hezîranê dan destpêkirin, hêvî dane civakê û ragihand, ku li dijî polîtîkayên şer ew aştiyê û çareseriya hevpar a pirsgirêkan derdixînin pêş lê belê desthilatdariyê bi operasyona siyasî bersiv da vê hewldana wan.

Bûldan diyar kir ku HDP bi nêrîn, pîvan û siyaseta xwe ya çareseriyê, bi desteka xwe ya civakî hêzeke mezin a siyasî ye û got, "Rêveber û endamekî bi tenê jî bimîne wê fikrê HDP'ê li vî welatî teqez bi ser bikeve, wê jiyaneke demokratîk biafirîne. Hûn çi dikin bikin hûn ê nikaribin HDP'ê bêdeng bikin, nikaribin bilindbûna HDP'ê rawestînin. HDP keleya demokrasiyê ye. Ev keleh neketiye, hûn ê nikaribin bixin."

SANCAR: EM NE LI CIVATA GIŞTÎ NE, EM LI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ NE

Sancar jî diyar kir ku ev operasyon 'operasyoneke darbeya siyasî' ye û got, "Em li meclîsê sêyemîn partiya herî mezin in. Em ê mafê xwe yê muxalefetê li her platformê bi kar bînin. Me îro biryar dan ku tevlî merasîma destpêkirina rûniştina meclîsê nebin. Ev yek ne helwesteke li dijî meclîsê ye. Meclîs yek ji platformên herî girîng ên siyaseta demokratîk e, lewma ev helwesta me ne li dijî vê rastiyê ye. Meclîs di siyaseta demokratîk de girîng e. Li şûna li civata giştî ya meclîsê me bêhtir rast dît ku vê neheqiyê, bêhiqûqiyê û zilmê li hewşa meclîsê ji gelên xwe re ragihînin. Em ê li hewşa meclîsê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Heta ku civata giştî ya meclîsê dewam bike em ê li qada çalakiya rûniştinê bin."