HDP li Edeneyê bi gel re civiya

Li Edeneyê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanya HDP’ê ya ‘HDP’î ne li her derê ne’ bi gel re civiya, diyar kir ku tecrîda li Îmralî biryarekî siyasî ye û got: “Em ê tecrîdê jî bişkînin, aştiyê jî bînin û wek HDP’ê jî hebûna xwe biparêzin.”

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de wê li Çûkûrovayê 3 rojan hevdîtinê bi gel, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî re bikin. Rawestgeha ewil a heyetê Edene bû. Heyet, dê 3 rojan li ser hev li Edene, Osmaniye û Hatayê hevdîtinan bike.

Gel li Otobana Edeneyê heyeta HDP'ê pêşwazî kir û li nav bajêr konvoyyek hat çêkirin. Di dema konvoyê de polîsan dest danîn ser alayên HDP'ê û bi hinceta "talûkeya di trafîkê de" cezayê pereyî li xwediyê wesayîtan birîn.

Piştî konvoyê li Park Otêla Şîrînê hevdîtin bi gel re hat kirin. Li hêwana otêlê pankartên li ser "Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin", "Em HDP'î ne, li her derî ne!" û "Ji bo azadiya jinê em HDP'î ne li her derî ne!" nivîsandî û alayên HDP'ê hatin daliqandin.Ji xeynî Bakirhan û Beştaşê parlementerên HDP'ê Tula Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir û ewilî Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş axivî.

Piştî Karakiş Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, bilêv kir ku jin li her derî têdikoşin û ji bo kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" jî bilêv kir ku îktidar dixwaze wan bênefes bihêle, lê belê ew li her derî ne û dê li her derî bin. Beştaş, destnîşan kir ku Tirkiye bê kurdan nabe welatekî demokratîk û bal kişand ser êrîşên nîjadperest. Beştaş, bilêv kir ku dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bitêkoşin, ji lew re ev welat ê her kesî ye û kurd ne mêvan in.

Beştaş, bal kişand ser doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî û destnîşan kir ku ev biryareke siyasî ya desthilatê ye û perçeyeke Plana Rûxandinê ye. Beştaş, ji bo tecrîda li Îmraliyê jî destnîşan kir ku tecrîd biryareke siyasî ye û desthilat qanûnên xwe dieciqîne. Beştaş got: "Armanceke vê tecrîdê heye. Dixwazin ji Ocalan xelas bibin. Ocalan, tim dibêje aştî. Kesên pêvajoya çareseriyê qedandin, xwe jî qedandin."

Beştaş di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê tecrîdê  jî bişikînin, aştiyê jî bînin û em HDP em ê tim hebin."

Piştî Beştaşê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha bi polîtîkayyên înkar û asîmlasiyonê yên desthilatan re rû bi rû ne, lê belê gelê Kurd bi berxwedana xwe polîtîkayên înkarparêz ên dewletê pûç kirine. Bakirhan, diyar kir ku her roj zext û zoriyên dewletê zêde dibin û li hemberî gelê kurd polîtîkane pir dijwar pêk tên. Bakirhan, destnîşan kir ku lê ew dikarin bi rêxistinbûyînê, berxwedan û têkoşînê ji heqê van polîtîkayyan derkevin. Bakirhan, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: "An em ê bi ser bikevin an jî em ê li hember van polîtîkayan hîn bêtir bedêlê bidin."

Hevdîtin bi berzkirina "Bijî berxwedana zindana" û "HDP gel e, gel li vir e" bi dawî bû.  

Heyet, paşê li heman otêlê hevdîtin bi Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê re kir.