HDP'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo têkoşîna hevpar bang kir

Meclîsa Partiyê ya HPD'ê bang kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza girtiyan û têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin."

Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di navbera 11-12'ê Îlonê de hate lidarxistin, hate eşkerekirin.

Di destpêka encamnameyê de Denîz Poyraz, Malbata Dedeoglû û Mîraç Mîroglû hatin bîranîn.

Di encamnameyê de hate gotin, "Bi navê Meclîsa Partiyê di civînên 'Em hemû HDP'î ne, em li her derê ne' ku bi ked û fedakariyeke mezin hate meşandin, ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê me dît ku ev hevdîtin û civîn nîşaneya guherîneke mezin e."

Di encamnameyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Di dema civîna me ya Meclîsa Partiyê de daxuyaniya li ser bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi raya giştî re hate parvekirin. Ji bo daxwazên girtiyên siyasî tavilê bi cih bêne anîn divê gavên pêwîst bêne avêtin. Banga ku hatiye parvekirin, ji bo girtiyên siyasî yên ku di nava zext û zordariyeke giran de ne, cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê girtiyên nexweş nayên berdan, tecrîd dewam dike û zextên li girtîgehan jî dewam dike. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd weke sîstemekê li tevahiya civakê tê ferzkirin. Lewma ji bo bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, wezîfeya me siyaseta demokratîk û civakê ye ku têkoşînê mezin bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk, divê rejîma tecrîdê bi dawî bibe, Tirkiye demokratîk bibe û pêşî li aştiya civakî bê vekirin."

Di dawiya encamnameyê de hate destnîşankirin ku di vê asta dîrokî de ew amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê ya ku xizmetê ji demokratîkbûnê re bike di 27'ê Îlonê de eşkere bikin.