HDP’ê li dijî faşîzmê her kes vexwend Parka Yogûrtçûyê

Alîkarê  Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Olûç bang kir ku bila her kes beşdarî ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê ya li Stenbolê bibe.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya ku HDP’ê li Amedê dabû destpêkirin wê li Stenbolê bidome.

Nobet wê sibê saet di 12.30’an de li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê bi civîna komê re dest pê bike. Beriya nobetê Alîkarê  Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Sarûhan Olûç ji ANF’ê re axivî.

Olûç diyar kir ku HDP ji bo lêgerîna edaletê bilindtir bike dest bi nobeta wijdan û edaletê kiriye û got, “Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê faşîzmê bide rûniştandin. Ji bo ku em pêşiya vî tiştî bigirin divê em li dora edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê bibin yek.”

“TIRSA XWE DERDIXÎNIN PÊŞ”

Olûç diyar kir ku di nobeta Amedê de rastî pêkutî û astengiyan hatine û got, “Dixwazin me ji qada demokratîk tasfiye bikin lê di vî warî de wê bi ser nekevin. Jixwe dengê ‘Na’yê yên di referandûmê de nîşanî vî tiştî ye, ji ber ku gel piştgiriyeke mezin dide HDP’ê.

‘JI BO ROJÊN AZAD..’

Alîkarê  Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Sarûhan Olûç bang kir ku ew ji bo rojên azad her kesî vedixwînin nobeta li Parka Yogûrtçûyê.