HDP'ê bûyera li Geverê xist rojeva Meclîsê
HDP'ê bûyera li Geverê, ku leşker û polîsên Tirk roja 5'ê Tebaxê 52 kes kirin binçavan, heqaret, îşkence û pêkanînên xerab li wan kirin, xist rojeva Meclîsê.
HDP'ê bûyera li Geverê, ku leşker û polîsên Tirk roja 5'ê Tebaxê 52 kes kirin binçavan, heqaret, îşkence û pêkanînên xerab li wan kirin, xist rojeva Meclîsê.
HDP'ê bûyera li Geverê, ku leşker û polîsên Tirk roja 5'ê Tebaxê 52 kes kirin binçavan, heqaret, îşkence û pêkanînên xerab li wan kirin, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir û got, "Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên ewlekariyê roja 5'ê Tebaxa 2015'an avêtin ser şantiyeyeke taybet a li bakurê Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî, di vê serdegirtinê de 52 kes kirin binçavan û bi dîmenên hatin weşandin re derket holê ku hêzên ewlekariyê heqaret, îşkence û pêkanînên xerab li karkeran kirine. Di dîmen de wezîfedarekî hêzên ewlekariyê, ji karkerên li ser rû li erdê hatine dirêjkirin, destê wan ji pişt ve hatiye girêdan û li ber hev hatine rêzkirin dibêje, 'Vê dewletê çi bi we kir? Ez we hemûyan nas dikim. Kî xayîntiyê dike wê bersiva xwe bibîne. Hûnê hêza Tirkan bibînin' û gef xwar."
Beştaş xwest, bersiv ji van pirsan re bê dayîn:
Hûn kengî bi vê bûyerê hesiyan? Di dema rûdana vê bûyerê de agahî gihaşt ber destê we? Yanî bi weşandina dîmenên bûyerê re agahiya we jê çêbû?
Ev bûyer li gorî peymana navneteweyî ya Tirkiye aliyekî wê ye û pîvanên hiqûqî, weke îşkence û pêkanîna xerab tê nirxandin, di vî warî de perwerdeya pêwîst bi têrkerî ji hêzên ewlekariyê re nehatiye dayîn? Yan jî di hemû operasyonên binçavkirinê de rewşeke bi vî rengî heye?
Sedema şîdet û pêkanîna xerab a li karkerên li şantiyeyeke li Geverê dixebitin, hat kirin çi ye? Hêzên ewlekariyê ji bo vê yekê ferman girtine? Yan jî îşkence û pêkanînên xerab di çarçoveya wezîfeya hêzên ewlekariyê de hene?
Çima mirov li erdê tên dirêjkirin û bi girêdana dest tên binçavkirin? Ev pêkanîn li dijî pîvanên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî ye. Lewma der barê hêzên ewlekariyê yên ev yek kirine û burokratên payebilind de lêpirsîna hiqûqî û îdarî hatiye destpêkirin? Berpirsyar wê bên cezakirin?
Hêzên ewlekariyê erk û hêza şîdet û pêkanîna xerab a li kesan dike, ji ku digire? Çima bi hêsanî dikarin pêkanînên li dijî hiqûqê bikin? Di vî warî de perwerdeyeke taybet girtine? Erkeke wan a taybet heye?
Ev pêkanîna li Geverê bi dîmenan hat nîşandan, gelo xwedî armanca şerê psîkolojîk e?
Eger ev dîmen ji aliyê hêzên ewlekariyê yên di operasyonê de cih girtine di meyda civakî de hatiye weşandin, ji aliyê Wezareta we ve tê qebûlkirin ku ev pêkanîn rêbazeke şerê psîkolojîk e ku di salên 1990'î de timî serî lê dihat dayîn?
Tevî vê rewşa tirsnak û cidî ya îşkenceyê, çima heta niha berpirsyar nehatiye girtin? Çima hînê ji wezîfeyê nehatiye girtin?
Dîmenên mijara gotinê, yek ji rêbazên nîşandana hêza dewletê ye?
Di navbera weşandina dîmenên îşkenceyê û astengkirina malperên înternetê de çi têkilî heye?
Her çend Serokwezaretiyê da xuyakirin ku der barê kiryaran de lêkolîn hatiye destpêkirin jî, dema xeterî û cidiyeta bûyerê li ber çavan were girtin, gelo destpêkirina lêkolînê têrê dike?