Li paytexta Elmanya Berlînê, xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Li Berlînê panelek hate lidarxistin û Parlamenterê berê yê Wanê Kemal Aktaş weke qiseker tevlî bû.
Aktîvîsta TJK-E Nûpel Mûnzûr di destpêka panelê de axivî û işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir. Mûnzûr destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê tercîhek di navbera demokrasî û faşîzmê de ye û got, di vê demê de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Mûnzûr da xuyakirin ku li Berlînê 140 hezar dengdêr hene û wiha dewam kir: "Beriya niha di hilbijartinê de HDP'ê 13 hezar deng digirt. Armanca me ya niha ew e ku herî kêm 20 hezar dengî bi dest bixin. Yanî divê em bi du qatan zêdetir deng werbigirin. Ji bo vê jî divê em bi du qatan zêdetir bixebitin."
Piştre siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş peyivî û bal kişand ser wezîfeyên dikevin ser milê dengdêrên li derveyî welat.
KOMÎSYONÊN NAVÇEYAN DEST BI KAR KIRIN
Wekî din li hemû navçeyên Berlînê komîsyonên hilbijartinê dest bi kar kirin. Li navçeya Weddîngê ku hejmara dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê zêde ye, komîsyonê civîna xwe ya destpêkê pêk anî. Li navçeya Schoenbergê jî endamên komîsyonê serdana dikandaran kirin. Di serdanê de projeyên HDP'ê yên ji bo aştî, azadî û demokrasiyê hatin vegotin û işaret bi girîngiya dengê ji HDP'ê re bê dayin hate kirin.