HDP: Di dema AKP’ê de hejmara zarokên karker zêde bûne

HDP’ê destnîşan kir ku di dema AKP’ê de hejmara zarokên karke ji sedî 20 zêde bûye û got: “AKP zarokan weke hêza erzan a kar dibînin.”

Berdevkê Koma Xebatên Maseya Kedê ya HDP’ê Huseyîn Taka, ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Zarokên Karker ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Maseya Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ku ji aliyê Fona Piştgiriyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hatiye îlankirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Berdevkê Maseya Kedê Huseyîn Taka ve hat weşandin de tê diyarkirin ku cihe zarokan erd û febrîqe nîne parq û dibistan e û ev tişt tê gotin: "Li gel ku li cîhanê di têkoşîna li dijî karkeriya zarokan de gavên erênî tên avêtin jî lê mixabin li Tirkiyeyê rewşeke berovajiyê vê yekê heye."

Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku rêjeya karkeriya zarokên dema desthilata AKP'ê zêde bûye û ev tişt hate gotn: "Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya karkeriya zarokan dema desthilata AKP'ê ji sedî 21,1 zêde bûye. Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokê 1 neçare ku bixebite. Ji sedî 80'yê van bê qeyd in. Xebitandina zarokan xwe di qezayên kar de jî nîşan dide. Di sala 2018'an de herî kêm 67 zarok di qezayên kar de mirin. Dema ku bi vê yekê re tê fikirîn tê dîtin ku îlankirina sala 2018'an a têkoşîna li dijî karkeriya zarokan ku sala 2023'an jî dihewîne nav xwe ne ji dil e. AKP zarokan weke hêza erzan a kar dibîne."

Di dawiya daxuyaniyê de HDP zarokên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û vê bangê li AKP'ê kir: "Ji bo karkeriya zarokan bi dawî bibe û zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest nedin em bang li raya giştî dikin ku bikeve nav liv û tevgerê. Pergala perwerdeyê ya 4+4+4 ku karkeriya zarokan berbelav dike divê rabe. Divê karkeriya zarokan teqez bê qedexekirin û peymanên navneteweyî yên ji bo zarokan bê fikar bên qebûlkirin. Divê Wezareta Zarokan bê avakirin û neyê jibîrkirin ku zarok nikarin weke "sibê" ango "paşeroj" bên pênasekirin û divê zarok îro qîmet bibînin."