HDP: Binçavkirina rêveberên herêmî bisekinînin

HDP'ê xwest operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî rêveberên herêmî yên hatine hilbijartin, werin sekinandin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî xwest, operasyonên binçavkirina rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin bên sekinandin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonên hevdemî yên li navçeyên Amed Sûr û Farqînê de Hevşaredarên DBP'yî hatine binçavkirin û got, "Hevşaredarên Sûrê yên DBP'yî Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, Hevşaredarên Farqînê Yuksel Bodakçi û Melîkşah Teke, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Sûrê Alî Riza Çîçek û gelek DBP'yî hatine binçavkirin."

'DIVÊ TAVILÊ SERBEST BÊN BERDAN'

HDP'ê da xuyakirin ku bi zextên li tax û kolanên Lice, Farqîn, Gimgim, Silopiya û Şemzînanê re gelê sivîl bi rojane tê mexdûrkirin û got, "Di van rojên ku li navçeyan û gundan kargeh û mal tên xerakirin de, niha dest bi operasyonên binçavkirin û girtina rêveberên hatine hilbijartin û siyasetmedaran dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Hemû siyasetmedar û hilbijartiyên hatine binçavkirin, divê tavilê serbest werin bedan."

BANGA DIYALOG Û MUZAKEREYÊ

Di daxuyaniyê de hat got, "Pêwîste beriya her tiştî dawî li êrîşên fîzîkî û operasyonên siyasî yên binçavkirin û girtinan were anîn. Bidawîkirina êrîş û vê rewşa şer, pêwîstî ye. Ev rewş roj bi roj pirsgirêkan mezintir dike. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştî, çareserî û aramiyê heye."

HDP'ê destnîşan kir ku ew careke din dibêjin; ew dikarin hemû pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser bikin û got, "Xitimandina rêyên siyaseta demokratîk, pirsgirêkên me çareser nekiriye, berevajî mezintir kiriye."