HDK-Swîsre: Têkoşîna hevpar a li dijî dîktatoriyê şert e

Kurdistanî û Tirkiyeyê bi pêşengiya HDK-Swîsreyê li Bernê li hev civiyan û gotin, "Têkoşîna hevpar a li dijî dîktatoriya Erdogan, şert e."

HDK-Swîsre, çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê, didomîne. Kurdistanî û Tirkiyeyî bi pêşengiya HDK-Swîsreyê li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiyan û bi piştgirî dan Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê. Çalakgeran polîtîkayên faşîzan ên faşîzma AKP-MHP'ê şermezar kirin.

Girseya gel wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hîndekarên girtî Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen ên bi biryarnameyê ji karên xwe hatin avêtin û ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê, hildan. Di çalakiyê de dirûşma "Dîktator Erdogan" hate qîrîn.

Çalakger ji bo balê bikişînin ser kiryarên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk li vir axivî.

'DIVÊ LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BÊ MEŞANDIN'

Çelîk anî ziman, faşîzma AKP-MHP'ê Tirkiyeyê her roj hinekî din dixe nava tarîtiyê û destnîşan kir, ku li dijî rejîma dîktator a Erdogan divê gel têkoşîna hevpar geş bikin.

Çelîk diyar kir, bi zext, binçavkirin û girtinê re Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî û wiha dewam kir: "Rejîma Erdogan a faşîst, gelan dixe nava şerekî qirêj. Eger gel li dijî vê rejîma dîktatorî têkoşîna hevpar geş bikin, wê Erdogan bi ser nekeve. Wê gel bi ser bikevin."

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşma "Kujer Erdogan" qediya.