HDK'ê kongreyên xwe yên Zurîch û Baselê pêk anîn

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li bajarên Zurîch û Baselê yên Swîsreyê kongreyên xwe pêk anîn û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin. 

Li Lokala EKM'ê ya li Zurîchê bi tevlîbûna delege û mêvanan HDK'ê 2. Kongreyên xwe pêk anî. Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî xwendin û nirxandina raporên heyamê meclîsa HDK'ê ya ji 23 kesan pêk tê hat bijartin. 

Di hilbijartinê de Meral Çinar û Kerîm Îşbîlîr weke hevserokên HDK'ê yên Zurîchê hatin bijartin. 

BASEL

Li Baselê jî li Lokala Beksamê kongre pêk hat û hevberdevkê HDK’ê yê Swîsrê Hakan Gungen di derbarê rojeva siyasî de pêvajo nirxand. 

Gungen got, "Em ê weke HDK’ê, li hemberî faşîzma ku li Tirkiye û Kurdistanê tê sazkirin, li hemberî şer û dagirkeriya emperyalîst a li Rojhilata Navîn tê meşandin, li hemberî tevahiya neheqiyên li penaberên Ewropayê di warê siyasî, sosyal, aborî û jiyana civakî de tên meşandin têbikoşin."

Piştî rapora karê heyamê hate xwendin û nirxandin, meclîsa ji 24 kesan pêk tê hate sazkirin.

Di hilbijartinê de Gulderen Sevîm û Gazî Yildirim weke hevserok hatin hilbijartin.