HDK Ewropa: Em berxwedana HDP’ê li Ewropayê belav bikin!
HDK Ewropayê bang kir ku em berxwedana HDP’ê ya li Amedê li bajarên Ewropayê belav bikin.
HDK Ewropayê bang kir ku em berxwedana HDP’ê ya li Amedê li bajarên Ewropayê belav bikin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK Ewropa) têkildarî nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Amedê daxuyaniyeke piştgiriyê weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Welatekî bînin ber çavên xwe ku di du salên dawîn de gund û bajar hatine şewitandin û rûxandin, jin û zarok û kal û pîr hatine qetilkirin, ji ber qedexeya derketina derve cenaze li kuçe û kolanan mane, li bodrûman mirov bi saxî hatine şewitandin…
‘HÎTLER JI XWE RE KIRIN MODEL!’
Li welatekî bifikirin ku hevserokên partiyeke ku 6 milyon deng stendiye û parlementerên wê hatine girtin, bi hezaran kes avêtine zindanan. Ji bo civak li hemberî dîktatorê stûyê xwe xwar bike, her cure teror û şîdeta dewletê tê kirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan Hîtler ji xwe re kiriye model.
‘EM XWEDÎTIYÊ LI BERXWEDANÊ DIKIN’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê û ev tişt hate diyarkirin:
“Em koçberên ji Tirkiye û Kurdistanê û sirgûnên polîtîk dibêjin ku daxwazên HDP’ê di heman demê de daxwazên me ne jî!
Berxwedana gelê Kurd a bi rûmet, di heman demê de berxwedana me ye jî!
‘EM LI BAJARÊN EWROPAYÊ BELAV BIKIN’
Em bangî Tirkiyeyî û Kurdistaniyan dikin ku li dijî Erdogan û AKP’ê li ber xwe bidin û Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li bajarên Ewropayê belav bikin û li dijî dîktatoriya Erdogan/AKP’ê em piştgiriya gelên xwe bikin.”