HDK-Elmanya kongreya xwe li dar dixe

HDK-Elmanya kongreya xwe li bajarê Elmanya Frankfûrtê li DGB Hausê li dar dixe. HDK-E ku ji sala 2016’an ve li Elmanyayê xebatan dimeşîne bi beşdarbûna zêdetirî 100’an deleqeyan kongreya xwe li dar dixe.

Kongre saet 12:00’an de bi xwendina nameya namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dest pê kir. Di kongreyê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hat girtin û hilbijartina dîwanê hat kirin.

Parlamenterê Dîe Linke yê Eyaleta Hessen Ûlrîch Wîlken axivî û wiha got; “Ferq nake em ji kîjan neteweyê bin. Li vir têkoşîna me heman e, ew jî têkoşîna Rojava ye. Dewleta Elmanyayê hê jî piştgiriyê dide hikûmeta AKP’ê.”

Parlamentera Amedê ya HDP’yî Nûrsel Aydogan jî axivî û Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û wiha got; “Ger ew nebûna, Kurdan têkoşîna xwe heya vê astê nedianî. Denîzan biratiya hemû gelan parast. Ger me HDK bi rê ve bûbûya wê mîmarê HDK’ê Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan wê ne di girtîgehê de bûya.”

Aydogan qala êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de kir û got Erdogan ji bo dengan bi dest bixe Efrîn dagir kir û wiha domand; “Erdogan dixwaze HDP’ê ji derveyî parlamentoyê bihêle. Parlamentoyeke bêyî Kurdan wê nebe parlamento.”

Parlamentera Dîe Lînke Gokay Akbûlût jî di axaftina xwe de bal kişand li ser rojnamevan û akademîsyên girtî yên li Tirkiyeyê û got, Dîe Lînke piştgiriya Rojava û Efrînê dike.

Hevberdevkê HDK-Ewropa Demîr Çelîk jî kesên di komkujiya Dersimê ya 1938’an de hatîn qetilkirin û sê fîdan Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîranî û wiha got; “Hişmendiya netewperest, mîlîtarîst û tekperest bi sedsalane nekariye me teslîm bigire. Hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê jî berhemeke vî tiştî ye. Dîktatoriya yek zilamî dixwaze mirovahiyê teslîm bigire. Lê em weke komîn, meclîs em ê xwe bi rê ve bibin û rêxistin bikin.”

Hevberdekê HDK-Elmaya Alî Mîtel jî wiha got; “HDP û HDK wargeha bindest, kedkar û karkeran e. Her roja diçe piştgiriya gelê me zêde dibe. Weke HDK bi kampanya ‘NA’ ya li dijî Rewşa Awarte û li dijî sembolên qedexe me kampanyayek bi awayekî çalak bi rê ve bir. Em ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê seferber bûn.”

Hevberdevka HDK-E Elîf Sonzamncî jî di kongreyê de axivî û got di xebatan de jin xwedî hêzeke mezin in û jinan di HDK’yê de bingehek dît.