HDK-Elmanya, ji bo Efrînê û girtiyan banga çalakiyan kir
HDK-Elmanya, ji bo Efrînê û girtiyan banga xwedîderketinê kir û ji hemû meclîsên xwe xwest, bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin.
HDK-Elmanya, ji bo Efrînê û girtiyan banga xwedîderketinê kir û ji hemû meclîsên xwe xwest, bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin.
Kongreya Demokratîk a Gelan li Elmanyayê (HDK-Elmanya), li ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bloka desthilatdar a faşîst a li Tirkiyeyê hewl dide hem li hundir hem jî li derveyî welat her tim şer sor bike û diyar kir, gef û êrîşên li ser Efrînê beşek ji planê ye.
HDK-Elmanya bi bîr xist ku li Efrînê qadeke jiyana hevpar a gelan hatiye afirandin û destnîşan kir, ew hewldaneke dagirkirina Efrînê weke êrîşek li dijî hemû gelan dibînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Parastina Efrînê û pêşîgirtina li dagirkeriyeke gengaz, wezîfeya me hemû hêzên enternasyonal e.
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser Rewşa Awarte ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û biryarnameyan û hat destnîşankirin, ku bi modela rêveberiya otorîter gef li hemû mûxalîfan tê xwarin.
HDK-Elmanyayê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê, Rewşa Awarte, biryarnameyan û zexta li xwe kirina kincê ji yek rengî ku li ser girtiyan tê ferzkirin, bang li her kesî kir ku bi rengekî hesas û berpirsyarî tevbigerin û got, "Em bang li hemû meclîsên xwe dikin ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyên li ser van mijaran bibin."
Di daxuyaniyê de işaret bi çalakiya 21'ê Çileyê ya li Kolnê hate kirin û diyar kir ku ew li bendê ne tevlîbûneke xurt li vê çalakiyê bibe.