HDK’ê ji bo Sûrê bang kir: Em destûrê nedin!
HDK’ê li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkirinê bang kir ku li gelê Sûrê xwedî derbikevin.
HDK’ê li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkirinê bang kir ku li gelê Sûrê xwedî derbikevin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî hilweşîneriya dagirkerî ya AKP’ê ya li Sûrê îro daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma AKP/Qesrê bi plana çokşikandinê ya ku 2014’an amade kirî, bi kavilkirin û şewitandina bajaran, bi kuştina bi sedan welatiyên me, armanc kiriye ku gelê Kurd ji şûnwarê wê, ji bajarên wê qut bike û bi demografiya Kurdistanê bilîze. Li Sûr, Gever, Cizîr, Nisêbînê, li van bajarên qedîm ên Kurdistanê ku pişta dîrokê ne, hewl tê dayin ku bîra civakan jêbibin, li ser gel qirkirina çandî bikin û gel di nav betonê de dîl bikin."
HDK’ê got di serê van bajaran de ku ji êrîşê re bûye hedef Sûr heye ku xwedî dîrokeke qedîm a 7 hezar salî ye û nîşaneya herî mezin û bêhempa a dîrokê ye. Bi domdarî hate gotin, ‘’Ev mîrata ku bi hezaran sal in pirrengiya çandî, gel û şaristanî di hembêza xwe mezin kirî, 1988’an bûye ‘’qada sît a bajarî’. Tîrmeha 2015’an jî Keleha Amedê û Baxçeyên Hewselê, Peyzaja Kulturî ketiye lîsteya Mîrata Çandê ya Dinyayê ya UNESCO’yê. Sûr xwedî cihekî wiha yê girîng ê çandî ye û hem duh û hem jî niha ketiye ber dasa qirkeriya çandî.’’
‘JI BO KU SÛRÊ HILWEŞÎNIN LI BENDA FERSENDÊ BÛN’
Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Dema ku berxwedana Sûrê dom dikir Serokwezîrê wê demê yê Tirk bi gotina 'bi veguherîna bajêr em ê Sûrê ji nû ve ava bikin' diyar bûye ku ev projeya hêwilnak yek ji hedefa sereke ya pêvajoya dorpêçê bûye û ji bo ku Sûrê hilweşîninin li benda fersendekê bûne. Piştî hilweşînê taxên gel ji rantê re hatine vekirin. Bi vî rengî derdoreke nêzî hikûmetê hatine dewlemendkirin û civakên ku li hev xwedî derdiketin, bi nirxên xwe yên çandî yê resen cîrantiyên komunal ava kiribûn ji hev hatin tertûbelav kirin.
Piştî ji bo şikandina vîna gelan, li taxên ku dorpêç hê jî didome, niha jî taxên Alîpaşa û Lalebeyê bêyî destûra gel û Rêxistinên Saziyên Civakî têne hilweşandin. Gelê Kurd ê ku di salên 90’î de gundê wan hatine şewitandin û li Sûrê bi cih bûne, niha jî cara duyê malên wan têne xirakirin û tê xwestin ku nasnameya wan a resen were talankirin. Ev Êrîş qonaxa duyê ya Plana Çokşikandinê ye ku 2016’ân bi tang û topan Sûr hilweşandin. Li ser Sûrê ya ku hatî kavilkirin niha jî goristanên betonî yên yek reng û bê giyan dixwazin ava bikin. Dixwazin li ser vê kavilgeriyê rantê bixwin.
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Em Kongreya Demokratîk a Gelan her cure êrîşên bi mebesta şikandina vînê ya li ser gelê Sûrê şermezar dikin. Rawestandina êrîşa li ser Sûrê, li cem gelê Sûrê xwedîderketina li mîrateya dîrokî, dewlemendiya çandî deynê me yê li gelê Sûrê ye. Em sond dixwin ku li dijî dorpêça qirkirina çandî em ê peywira xwe bi cih bînin, em bang li hemû beşên civakî yên bihistyar dikin ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê û qirkirinê li cem gelê Sûrê bin."