HDK: Dem dema parastina Efrînê ye
HDK'ê bi sernavê "Bes e ji dagirkeriyê re! Piştgiriyê bide Efrînê" daxuyaniyek da û li dijî şer banga çalakiyan kir.
HDK'ê bi sernavê "Bes e ji dagirkeriyê re! Piştgiriyê bide Efrînê" daxuyaniyek da û li dijî şer banga çalakiyan kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê bi sernavê "Bes e ji dagirkeriyê re! Piştgiriyê bide Efrînê" daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku faşîzm tê wateya şer, aştî jî tê wateya azadiyê û hat gotin, "Em bi hemû hêza xwe li dijî şer li her cihî yekîtiyê ava bikin, platforman ava bikin û dakevin qadan."
HDK'ê got, "Dem dema parastina Efrînê ye. Em niha piştgiriyê bidin Efrînê. Dem dema cihgirtina li cem Efrînê ye."