HDK dê ji bo Reyhanliyê çalakiyê bike

HDK dê ji bo Reyhanliyê çalakiyê bike

HDK ji bo Reyhanliyê dê li hemû bajarên rêxistina wan heyî sibe şev mûm pêxe û çalakiya rûniştinê pêkbîne. Dê daxwaz bike ku berpirsên komkujiya Reyhanliyê werin aşkera kirin.

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ragihand ku, ew dê sibe di demjimêrên 19:30’an de li tevayî bajarên ku meclisên wan yên bajaran heyî dê çalakiya pêxistina mûm û ya rûniştinê pêkbînin.

HDK’ê ragihand ku, ew êşa gelê Reyhanliyê parve dikin û got: “Tişta ku rê li ber vê êşê vekir, polîtîkayên şer yên AKP’ê ên li hemberî Sûriyeyê ne. Em ji polîtîkayên şer re dibêjin raweste.”

HDK’ê bertek nîşanî qedexeya hikumetê ya li ser çapemeniyê da û wiha berdewam kir: “Weke di demê Ebdulhemîd de polîs li dezgehen çapemeniyê digerin û belgeya sansûrê pê didin îmzekirin. Li tevahî welat tê ferzkirin ku, ji senaryoya fermî ya hikumet dide bawer bikin. Em van qedexeyên çapemeniyê ji Roboskiyê dizanin. Qedexekirina weşanê tê wateya veşartina komkujiyê. Hikumeta ku ev 500 roje kiryar û berpirsên komkujiya Roboskiyê aşkera nekirine, baweriya xwe bi qedexeya weşanê aniye. Niha jî qedexeya weşanê ji bo her cûre manîpulasyonan rê vedike. Pêwîste demildest qedexeya weşanê were rakirin. Dawî li sansûrê were.”

HDK ku daxwaz dike berpirsên komkujiya Reyhanliyê werin aşkera kirin û diyarkir kuhikumeta AKP’ê Hatay vegerandiye herêma şer û bang li hikumetê kir ku, dest ji “Piştgirîdayîna Artêşa Sûriyeya Azad” û “siyaseta sorkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê” berde.

HDK; “15’ê Gulanê roja Çarşemê di demjimêr 19:30’an de li hemû bajarên ku Meclisên Bajaran yên HDK’ê heyî em dê çalakiya pêxistina mûman û rûniştinê pêkbînin. Em bang li her kesê dikin, da êşa gelê Reyhanliyê parve bikin û ji polîtîkayên şer re bêjin raweste vedixwînin çalakiya rûniştinê.”