HDK-A’yê peyama piştgiriyê da karkerên balefirgeha 3’emîn

Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewrûpayê (HDK-A) peyameke piştgiriyê şand ji karkerên ku li şantiyeya balefirgeha Stenbolê ya 3’emîn du roj in li ber xwe didin.

HDK-A’yê diyar kir ku ew piştgiriyê didin karkerên ku ji bo mafên xwe yên sereke hin daxwazên wan hene. HDK-A’yê di daxuyaniya xwe de got ku, “Li şantiyeya kar a ku her dem cînayetên kar pêk tên, mafên karkeran ên wekî meaş jî tê de tên astengkirin, karkeran dest bi berxwedanê kirine. Faşîzmê hêzên xwe şandine ser berxwedana karkeran û bi sedan karker û sendîkavan destgîr kirine û êrîşî wan kesan dike yên ku piştgiriya karkeran dikin û dewlet bi teroreke faşîstane hewl dide berxwedanê têk bibe.

Divê daxwazên karkerên balefirgeha 3’emîn ên mafdar û rewa were qebûlkirin.”