HCÊ ji bo xwedîderketina li Efrînê bang li Êzidiyan kir

Rêveberiya Hevgirtina Ciwanên Êzidî bang li civaka Êzidî kir ku tevlî çalakiyan bibe û li ber hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabe.

Di daxuyaniya Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) de hat bibîrxistin ku artêşa Tirk a faşîst bombeyan li Efrînê dibarîne û dixwaze vîna Kurdan tine bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana lehengî ya li Kobanê, Şengalê û Reqayê ya gelê Kurd û hat destnîşankirin ku li Efrînê jî wê bi giyanê cangoriyan, dijminê dagirker û çeteyên hov werin têkbirin.

HCÊ bang li ciwanan, civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd kir ku li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin û bi xurtî tevlî çalakiyên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê bibin.