HBDH'ê li Kurdistanê serekê cerdevanan kire hedef

HBDH-Kurdistan li navçeya Mêrdînê Qosarê mal û çewlikeke serekcerdevanekî da ber êgir.

Li gorî daxuyaniya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Kurdsitanê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Sînan Dersim 1'ê Gulanê derengiya şevê li taxa Tiladesê ya Qosara Mêrdînê mala kontrayekî hevkar ê bi navê Ridvan Akkaya û çewlika wî ji hêla milîsên HBDH-Kurdistanê ve hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Serekcerdevanê bi navê Ridvan Akkaya ji êrîşa ser dînamîkên şoreşger ên herêmê bi asta pêşî berpis e. Li dijî têkoşîna azadiyê ya li Kurdsitanê xebatan dike û di nav gelek êrîşan de cih girtiye. ''