HBDH'ê komkujiya li zindana Amedê û Ulucanlarê bi bîr anî

Tevgera Gelan a Yekbûyî ya Şoreşger (HBDH) komkujiya sala 1996'an a li zindana Amedê û ya 1999'an a li Enqerê bi bîr anî û diyar kir xwîna wan wê li erdê nemîne.


HBDH'ê ji bo komkujiya 26'ê Îlona 1999'an a li Enqerê û komkujiya 24'ê Îlona 1996'an li Amedê daxuyaniyeke niviskî da. Têkilî girtiyên ku di komkujiyan de şehîd bûne, HBDH'ê got, ''Girtiyên siyasî bûne temsîla xawêna herî bedew a mirovên dozê.''

HBDH'ê got,''Me 10 girtiyên şoreşger ku li Girtîgeha Ulucanlarê ya Enqerê ji hêla polîs, qediyan û tîmên taybet ên dewleta faşîst ve hatine qetilkirin ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.''

Her wiha hate gotin, ''Em 10 hevrÊyên xwe ku 24'ê Îlona 967'an li zindana Amedê hatine qetilkirin di salvegera şehîdbûnê de bi bîr tînin. ''

HBDH'ê got ji bo ku girtiyên nexweş bêne tedawîkirin, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û zordariya li ser girtiyên şoreş, sosyalîzmê rabe, girîng e ku li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîn were geşkirin.

Herî dawî hate gotin ,''Em nemirên xwe yên berxwedana zindana Amed û Ulucanlarê bi hurmet bi bîr tînin, doz bidin ku pêgirê bîranînên wan bin û şoreşa me ya yekbûyî ya Kurdistanê û Tirkiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em ê faşîzmÊ hilweşînin, azadiyê bi dest bixin.''