HBDH: Ên ku bi darbeye bûne desthilat wê bi şoreşê biçin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekitiya Gelan (HBDH) di salvgera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê daxuyanî da û got, ‘’ên ku bi darbeye hatin wê bi şoreşê têk biçin’’.

Di daxuyaniyê de bi darbeye re zext û zordariya li ser sendîkaya, partiyên siyasî, komele, navendên çandê hate destnîşan kirin 3u hate gotin, mirovên şoreşger, sosyalîst, welatparêz hatine girtin, axaftin, nivîsîn, navên bi Kurdî hatine qedexekirin, nasnameya Kurd hatine înkarkirin, red kirin û Tirkiye bûye ‘girtîgeheke servekirî’’.

1 MILYON Û 683 HEZAR KES HATIN DEQKIRIN

Her wiha hate bibîrxistin ku piştî darbeya leşkerî ya faşîst 1 milyon û 683 kes hatine deqkirin, 650 hezar kes hatine girtin, tecawiz li sedan jinî hatiye kirin, 517 kes hatin darvekirin, 18 jê şoreşger 19 kes hatine darvekirin û dema destgîrtkirinê û di girtîgehê de 171 kes hatin kuştin, di grêvên birçîbûnê de 14, bi tevahî 299 girtî hatine kuştin.

PIŞTÎ 38 SALAN DÎSA ŞERTÊN DARBEYÊ Û BERXWEDAN

HBHD’ê bi berdewamî têkoşîna PKK’ê destnîşan kir û got, ‘’15’ê Tebaxa 1984’an li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya PKK’ê, bi pêngava gerîla û li rojava, bi têkoşîna hêzên şoreşger-demokrat, bi berdêlên giran dîwarê tirsê yê ku darbeyê danî, hate hilweşandin. Agirê azadiyê yê ku li Kurdistanê hatî vêxistin, xwe gihande gelek herêman.’’

LI ŞÛNA EVREN TAYYÎP RÛNIŞTIYE

Bi domdarî hate gotin, di salvegera 38’an de li şûna cuntaya 12’ê Îlonê, cuntaya qesrê hatiye, li şûna Kenan Evren Tayyîp Erdogan rûniştiye, rejîma Erdogan bi biryarnameyên Rewşa Awarte, bi destê dewletê grêvan, çalakiyan qedexe dike, çiyayê Kurdistanê bombe dike, daristanan dişewitîne, komele û rojnameyan digirre, wekîlên HDP’ê digire.

‘TECRÎDA LI SER OCALAN TÊ GIRANKIRIN’

Bi domdarî tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin, ‘Li Imraliyê tecrîd û zexta li ser Rêberê Gelê Kurd tê girankirin, gefên darvekirinê dixwin. Kincên yek reng li ser girtiyên şoreşger-welatparêz ferz dikin, bi zext û zordariyan êşkence tê zêdekirin.’’

JI BILÎ BERXWEDANÊ TI VEBIJÊRKEKE DÎ TINE

HBDH’yê herî dawî got, çi kesê ku ji xwe re dibêje rûmetdar im, mirov im, şoreşger, demokrat, welatparêz im, divê li dijî dîktatoriya bi lîdertiya Tayyîp Erdoganê faşîst ê paşverû li ber xwe bide, têkoşînê geş bike. HBDH’ê got agirê berxwedanê ku bi darbe û zilmê nehatiye tefandin divê were geşkirin, tirsa wan veguherînin rastiyê û wiha qedand, ‘’Ên ku bi darbeyê bûne desthilat wê bi şoreşê werin tekbirin. 12’ê Îlonê hate tekbirin, cuntaya qesrê, desthilata Tayyîp Erdogan ê faşîst û paşverû jî were tekbirin, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin.’’