Hate îdîakirin li Colemergê girtiyekî xwe kuştiye

Hate îdîakirin li Colemergê, Macît Demîr ê ku beriya bi 3 rojan hatî girtî xwe kuştiye.

Li Colemêrgê, Macît Demîr (35) ku beriya 3 rojan hatî girtin û duh  nîvro hatî gotî ku li Girtîgeha Colemêrgê xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Diyar bû, wê cenazeye Demîr piştî karên otopsiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bê veşartin. 
 
Aşkere bû, Demîr, berê bi şertê “kontrola edlî” hatiye berdan û ji ber ku neçûye îmzeyê derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û beriya bi 3 rojan hatiye girtin.