Gunay: Tecrîda li Îmraliyê wê encamên giran bi xwe re bîne!

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Li Îmraliyê îradeya şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê şerê hev dikin. Di demekê de ku desthilatdariyê li Îmraliyê zingilê şer lê da, Tirkiye ber bi kaosê ve bir. Wê encamên giran bi xwe re bîne."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên li ser HDP'ê û doza girtinê li navenda giştî ya partiyê bi civîneke çapemeniyê nirxand.

Ebrû Gunay did estpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz a HDP'î bi bîr anî ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di êrişê de hate qetilkirin.

Ebrû Gunay got, "Li vî welatî li dijî muxalîfan mekanîzmayeke kuştinê ya bêexlaq dixebite. Desthilatdarî dike hedef, amûra şerê taybet jî dinepixîne, dadgerî dikeve nava liv û tevgerê û mehkeme dike, kujerên ku ferman wergirtin jî tevdigerin û dikujin. Hrant Dînk, Tahîr Elçî û bi sedan kes bi vî rengî hatin kuştin. Ji ber vê yekê, yên ku ji bo dewamkirina pergala xwe ya qirêj, partiya me dikin hedef ji vê kuştinê berpirsyar in."

Ebrû Gunay bal kişand ser îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye qebûlkirin û got, "Ev îdîaname metneke hiqûqî nîne, belavokeke siyasî ye ku li dijî HDP'ê hatiye amadekirin. Li dijî vê metnê em jî metna herî xurt a siyasî amade bikin. Em ê ne xwe, lê belê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê, aştiyê, mafên bingehîn ên mirovan û nirxên mirovan biparêzin. Ji ber ku ev êriş bi esasî li dijî van nirxane. Nêzîkatiya li HDP'ê nêzîkatiya li paşeroja vî welatî ye. Ev doz ne tenê li dijî HDP'ê ye, doz li dijî nirxên mirovî yên li Tirkiyeyê ye."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku ji bo temsîlkirina îradeya gel wê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin û got, "Yên ku ji wan heye ku bi girtina HDP'ê re wê mirov dengê xwe bidin wan, ev gel qet nas nekiriye. Ev gel wê derseke welê bide wan ku ji aliyê siyasî ve wê qet ji bîr nekin. Wê mîna aktorên tarî yên salên 1990'î wan jê bibin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Di dewama daxuyaniya xwe de Ebrû Gunay bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û got, "Sîstema tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û hewldana ji bo serweriya kaos, mafya, rizandin û şer a li welêt ji hev cuda nîne.

Em timî diyar dikin ku sîstema li Îmraliyê rêbazeke rêveberiyê ye. Pêkanînên li Îmraliyê nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd, li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Dema ku li Îmraliyê atmosfereke çareseriyê hebe, ev yek bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Dema ku li Îmraliyê desthilatdariya siyasî li zingilê şer dike, hingî Tirkiye dikeve nava kaosê.

Dema ku hewl tê dayin ku Birêz Ocalan bê bêdengkirin, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk û muxalîf bi komkujî, avêtina girtîgehê û bi kiryarên bêhiqûqê hewl tê dayin ku bên bêdengkirin. Dema ku li Îmraliyê bêdengî tê ferzkirin, hingî mafya û çete diaxivin. Tecrîd welêt û civakê dixe nava şer, mafya û çeteyan mezin dike.

Birêz Ocalan li pêşberî her nêzîkatiya li berjewendiyên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di rêya demokrasî, aştî û danûstandinê de israr kiriye. Birêz Ocalan îrade û biryardariyeke xurt a demokratîk nîşan da û perspektîfa demokratîkbûnê ya çareseriyê destnîşan kir. Lê belê ev perspektîf ji aliyê desthilatdariyê ve timî ji bo berjewendiyên siyasî ji holê hate rakirin. Li Girava Îmraliyê ku qadeke li derveyî hiqûqê ye, îro îradeyên şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê, yekperestî û piralîtiyê şer dikin. Ev şer şerekî dîrokî ye û wê encamên xwe jî dîrokî be. Mirovek bi tenê nemaye ku neketiye bin bandora polîtîkayên tecrîd û bêedaletiyê. Tecrîd li ser me hemûyan tê ferzkirin."

Ebrû Gunay bal kişand ser greva birçîbûnê ya li zindanan ku 210 roj in dewam dike û diyar kir ku daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mafên mirovan û edaletê ye ku daxwazên mafdar ên bi milyonan mirovî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Ebrû Gunay got, "Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bêhn li me çikandiye, ji bilî yekbûnê û têkoşîna hevpar rêyeke din li ber hêzên demokrasiyê nîne. Em bi têkoşîna hevpar dikarin dawî li vê sîstema tecrîd û talanê bînin."