Gulum: Tiştek tine ku pê bên sûcdarkirin
Parlementer Zuleyha Gulum a îfadeyên siyasetmedarên di operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê de hatine destgîrkirin ên li dozgeriyê dişopîne, got: “Tiştek tine ku pê bên sûcdarkirin.
Parlementer Zuleyha Gulum a îfadeyên siyasetmedarên di operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê de hatine destgîrkirin ên li dozgeriyê dişopîne, got: “Tiştek tine ku pê bên sûcdarkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî ya bi îdîaya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve li ser endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) û parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 20 siyasetmedarên hatin destgîrkirin, îfadeya 14 kesan ya li emniyetê dewam dike.
Ji 14 siyasetmedarên ku dozgerek tenê îfadeya wan digire, îfadeya endamê RTUK’ê ya HDP’ê Alî Urkut, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Alp Altinors û endamê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Nazmî Gur temam bûn.
Îfadeyên siyasetmedaran a li dozgeriyê didome. Bendewariya HDP’î û dorpêça polîsan a li ber derê edliyeyê didome.
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum a li edliyeyê îfadeya li dozgeriyê dişopîne got: “Dozgerek tenê îfade digirin. Ji ber vê pir hêdî bi rê ve diçe. Dibe heta nîva şevê bidome. Li ser îfadeyan dikarim vê bêjim; ev oprasyoneke darbeyê ye. Ev rewş ji ber pirsên derketî holê vekirî raxiste ber çavan. Ti tiştek nîne ku weke sûcê bê dîtin. Tiştekî welê ku ji bo sûc delîlek bê dîtin nîne. Dema mijar dibe operasyona siyasî li hiqûqê nagerin.”